Raporta êrişa Îranê bo ser HDKê û PDKÎ ji Amerîka û Netewên Yekgirtî re hat şandin

10-09-2018
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îran Amerîka Rojhilatê Kurdistanê Pêşmerge HDK PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ragihand, wan raporek ku ji 8 xalan pêk tê, derbarê êrişa Supaha Pasdarên Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎyê de daye Netewên Yekgirtî û Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê.

 

Mihemed Gomeşînî, ji Tora Medyayî ya Rûdaw re ragihand, Desteya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê raporek ku ji 8 xalan pêk tê, derbarê êrişa duh a Supaha Pasdarên Îranê bo ser baregehên HDK û PDKÎ yên li Koyê de daye NY û Konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê.


Gomeşînî got, wan di vê raporê de bal kişandiye ser wê yekê, ku ew êriş binpêkirina destûrê û prensîpên mafên mirovan e û herwiha, têde dibêje, ew naxwazin tenê daxuyaniyên dilgiraniyê belav bikin, belku  dixwazin peyama xwe bigehînin hemû aliyekî.


Mihemed Gomeşînî herwiha got , wan di wê raporê de ew êrişa Îranê weke binpêkarî bi nav kirine, jiber ku jin û zarok û xelkê sivîl kirine armanc û herwiha di xaleke din de daxwaz kirine, ku NY rola xwe di parastina sînorên Herêma Kurdistanê de hebe, ji ber ku di peyama Supaha Pasdaran de gefa dubare êrişkirinê heye.


Berdevkê Desetya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê got, ew dê rapora xwe bigihînin komîsyona mafên mirovan ya Iraqê û têde behsa helwîsta ne cidî û bê bandor a hikumeta Iraqê jî bikine û daxwaza qerebû kirina qurbaniyan kirine, herwiha pêwîste serdana wan navçeyan jî bikin , ku Tirkiya bombebaran dike.


Duh Şembiyê 8ê Îlona 2018, Îranê bi alîkariya firokeyên çavdêriyê êrişeke mûşekî kire ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên Rojhilatê Kurdistanê, ku dikevne navçeya Koyê ya di bin desthilata Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de û di encama êrişê de gelek şehîd û birîndar çê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst