Bi sponsoriya Rûdawê Festîvala Fîlm a Duhokê dest pê kir

09-09-2016
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Fîlm Festîvala Fîlm a Duhokê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Êvariya îro li bajarê Duhokê 4emîn Festîvala Navneteweyiya Fîlm a  Duhokê dest pê kir Dê festival heta 16ê Îlonê berdewam bike.

 

Festîvala îsal a Fîlm a Duhokê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê dê lidarxistin.

 

Ji ber kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, pêştir hatibû ragihandin, ku Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê îsal nayê sazkirin, ku ew yek rastî gazinde û nerazîbûnên mezin ên hunermend, sînemakar û hin rayedarên pilebilind di asta Kurdistanê û cîhanê de hat.

 

Lê belê piştre Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya vê festîvalê qebûl kir û festîvala îsal bi tekane sponsoriya Rûdawê tê lidarxistin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand ku îro danê êvarê 4emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlm a Duhokê dest pê dike û heta hefteyekê berdewam dibe.

 

Peyamnêrê me herwiha ragihand, Biryare di festîvala îsal de jî ji welatên cuda film beşdar bibin. Herwiha berpirsên hikûmetê, yên Wezareta Rewşenbîrî, hunermend û sînemahez jî di festîvalê de amade bin.

 

Duhok yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê ye ku pirr nêzîkê eniyên şer e û tenê 40 km dûrî çeperên DAIŞê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst