YRKê ew nûçe red kir

09-09-2015
RÛDAW
Nîşan YRK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) red kir ku ti gerîlayên wan di şerê li dijî Hêza Pasdaran a Îranê de li Ormiyê hatibin kuştin an birîndarkirin.

Qeymeqamê bajarê Xoy yê Ormiyê beriya niha ragihandibû ku, roja Duşemê di navbera Pasdarên Îranê û gerîlayên PAJAK (balê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê) de li nêzîkî Xoy derketiye û di encamê de 2 gerîla hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne. Herwiha 2 pasdar jî di wî şerî de hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Fermandarê YRK Rênas Roj ji ajansên ser bi PKKê re ragihand: “Me di wî şerî de 3 pasdar kuştin û 2 jî birîndar kirin.”

Rênas Roj wiha got: “Ti kuştî û birîndarên me nebûn. Piştî bidawîhatina wî şerî, topxaneyên Îranê gelekî navçe topbaran kirin.”

Di vê dema dawî de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de zêde bûna û bi dehan kes ji herdu aliyan ve hatine kuştin.

Meha borî, li navçeya Kamyaran 5 endamên hêza Pasdaran ji aliyê gerîlayê YRK ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst