Rêveberiya Deriyê Perwêzxan: Derî li ber bazirganiyê vekiriye

09-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li du deriyên navdewletî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, îro rêya bazirganî ji ber cejnê hatiye girtin, lê Serpereştyarê Deriyê Navdewletî yê Perwêzxan dibêje, wan derî li ber bazirganiyê vekirine.

Serpereştyarê Deriyê Navdewletî yê Perwêzxan Ebas Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, wan 24 demjimêran derî li ber geştyar û bazirganiyê vekirine û danexistine, lê eger bazirgan û şofêrên barhilgiran ji ber cejnê hatinûçûnê nekin, ew mijareke din e. 

Roja Çarşemê, Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên, ji Rûdawê re ragihandibû, yekem roja cejnê derî dê li ber bazirganî bê girtin, lê hatinûçûna geştyaran berdewam dibe.

Eger kesek bixwaze serdana Rojhilatê Kurdistan û Îranê bike û berevajî, tevî hebûna vîze, divê karta plastîkî ya wergirtina vaksînê li gel wan be, egr ew kart nebe divê pişkinîneke nû ya Coronayê bibe û herwiha li derî jî bi 25 hezaran ew pişkinîn tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst