Li Amedê di operasyona dijî DAIŞê de 13 kes hatin girtin

09-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Navenda wê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li 26 bajaran 81 gumanbar di operasyona dijî DAIŞê de hatibûn desteserkirin, ji wan 13 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê meşandin de li 23 bajaran dijî DAIŞê di 5ê Gulanê de operasyon hat kirin ku 92 kes bên girtin.

Di operasyona hevdem de 81 berguman hatin desteserkirin ku ji wan 13 kes li ser daxwaza dadgehê hatin girtin û 68 kes jî bi şerta kontrola adlî hatin berdan.

Li navnîşana gumanbaran gelek tivingên nêçîrê yên lûledirêj, demançe, fîşek û belgeyên rêxistinî hatibûn bidestxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst