Çîroka serkeftinê ya jineke mixtar li Agirî

09-03-2021
Abdulselam Akinci
Li Bazîdê jineke 42 salî bûye mixtara gundekê
Li Bazîdê jineke 42 salî bûye mixtara gundekê
A+ A-

Agirî (Rûdaw) - Mesmegul Ozdemîr jinek 42 salîye û ji Bazîda Agirî ya Bakurê Kurdistanê ye. Ew li taxa Heskîfê ya Bazîdê mixtar e. Çîroka wê çîroka serkeftinê ye.

Mesmegul Ozdemîr di hilbijartinên 31ê adara 2019an de, 12 rikberên xwe yên mêr têk biriye û bûye mixtara taxê. Di hilbijartinan de zêdetir jinên taxê deng dane wê. Bi vî halê xwe çîroka serkeftina wê ya bi hevkarîya jinên taxê re pêk hatîye.

Bi giştî li Tirkiyê û Bakûrê Kurdustanê ji zêdetirî 50 hezar mixtarî tenê 171 mixtarên jin hene. Mesmegul xanim jî ji wan mixtaran yek e û şênîyên taxê jî ji wê û xizmetên wê gelek razîne.

Li bazîda agirîyê di bin pêşa cîyayê agirîyê de taxa heskîf e ev der.Ev jina ku mal bi bi mal diğere roja 8ê Adarê ya jinên kedkar li jinên taxê pîroz dike û gohên xwe dide şenîyên taxê jî mixtara taxê Mesmegul xanim e.

Mixtar Taxa Heskîfê Mesmegul Ozdemîr ji Rûdawê re wiha behsa xwe kir: “Ez di gundan de mezin bûm. Min her îşek kirîye. Li ber pezan bûm, li çîyayan bûm. Niha jî bûme mixtar. Ji kare xwe hez dikim. Ji xelkê xwe hez dikim. Dema ku bibûm namzed mêrên taxê digotin eva jin e, yê jinên me li hember me tije bike û hizûra me xirab bike. Lê piştî ku ez bûm mixtar wan jî dîtin ku ne wisa ye. Niha gelek malbat ku pirsgirêkek wan çedibe ez ji wan re dibim alîkar.”

Li giştî Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê di 30 hezar 5 tax û 18 hezar û 152 gundî de 50 hezar û 157 mixtar hene û ji ve hejmarê tene 171ê we jin in. Wate rêjeya mixtarên jin di nav giştî mixtaran de ji sedî 2.14e ye.

Mesmegul Ozdemîr herwiha dibêje: “Êdî bes e. Em rêveberîya meran naxwazin. Em dixwazin em jin bibin rêvebir. Bila jin jî netirsin. Di parlementoyê de jî di mixtarîyê de jî ez dixwazim ji wan re bibim mînak bila li pey min werin.”

Tevî hemû zehmetîyên jinbûnê mixtara taxê Mesmegul xanimê bandorek erênî li ser niştecihên taxê hîştiye û şêniyên taxê ji mixtara xwe gelek razîne.

Xelka taxê Asiye Tartiş dibêje: “Mixtara me ye.Em jê hez dikin xwîşkek baş e.”

ŞêniyaTaxê Îbrahîm Tartiş jî got: “Me beriya wê gelek mixtar ceribandin,ew kêr nedihatin. Eva jin e rast e, sadiq e.”

Şêniya taxê Nazlî Koca jî wiha razîbûna xwe li hemberî mixtara taxê anî ziman: “Baş e, temîz e.Yanî her daxwazek me tîne cîh.Em vê gavê jê razî ne.”

Li Tirkiyê bi hejmara 47 mixtarên jin navçeya Çankaya ya Enqerê di rêza yekem,navçeya Konaka Îzmîrê bi 23 mixtarên jin di rêza duyem,navçeya Yenîmahalle ya Enqerê jî bi 23 mixtarên jin di rêza sêyem de ye.Li bajarên wek Mûş,Sînop,Riha û Bedlîsê jî ne li gundan ne jî li taxan mixtarên jin nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst