Komeleya Ehmedê Xanî: Em li ziman û mamosteyên xwe xwedî derkevin

09-02-2025
Mihemed Emîn Demir
Poleke dibistanê /Wêne: Arşîv
Poleke dibistanê /Wêne: Arşîv
Nîşan Komeleya Ehmedê Xanî Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî yên polên 5-6-7 û 8an xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdan berdewam in.

Xwendekar dikarin heta 17ê Sibatê li dibistanên navîn dersên Kurdî hilbijêrin.

Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyekî ve li ser cade û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, ji aliyê din ve diçin serdana dibistanan û bi birêvebiran re hevdîtinan dikin.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Stenbolê, ji bo dersên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) bangî Kurdan kir.

"Bila zarokên me dersa Kurdî hilbijêrin"

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Stenbolê Yunus Bekret got:

"Mezinên me dibêjin, giya li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.

Ji ber wê em jî dibêjin, bila zarokên me yên di polên 5-6-7an de dersa Kurdî hilbijêrin.

Eger di polekê de 10 zarok dersa Kurdî hilbijêrin, dewlet mamosteyekî Kurdî amade dike.

Em dersa Kurdî hilbijêrin, banga me ji we re ew e. Em spasiya Rûdawê jî dikin."

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê jî da zanîn, dersên bijarte yên Kurdî ji bo Kurdan derfetek e û hilbijartina wan erkekî neteweyî ye.

"Em hem li zimanê xwe hem jî li mamosteyên xwe xwedî derkevin"

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya li Êlihê Mihemed Seîd Temel anî ziman:

"Her dibistaneke ku 10 zarok lê bên tomarkirin ji wan re mamosteyek tê girtin.

Hem dê 10 zarokên me bi zimanê Kurdî bixwînin û hem jî wê xortekî me kadroya mamostetiya dewletê wergire.

Hem ji bo em li zimanê xwe xwedî derkevin û hem jî ji bo xwedîderketina li xortê me yê ku edebiyata Kurdî xwendiye, em bang dikin ku hûn ji zarokên xwe re dersa Kurdî hilbijêrin."

Li gorî rêziknameya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, li her dibistanekê eger ji bo her polekê 10 xwendekar daxwaza dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî bikin, mamostayekî Kurdî ji wan re tê erkdarkirin û heftane 2 demjimêran ders tê dayîn.

Divê malbat heta 17ê Sibatê biçin dibistanan û ji bo zarokên xwe dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst