Li Qamişloyê pêşbaziya şerê dîkan

09-02-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Qamişlo Şer Dîk
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Berî ku şer li ser vê qadê dest pê bike, Ciwan pirûşkên dîkê xwe tûj dike, da ku dîkê hemberî xwe biêşîne.

 

Şer dest pê dike, lê Ciwan bi tirs e ku dîkê wî bi ser nekeve, ji ber ku dîkê rikber gelekî bi hêz e.

 

Şerê dîkan bi dawî dibe, dema ku yek ji van her du dîkan bireve yan jî bikeve, û eger ev yek jî pêk nehat dê şer heta 90 xulkan berdewam bike.

 

Ciwan dibêje ku temaşevanên şerê dîkan ji Hesekê, ji Amûdê û ji Dirbêsiyê tên û saetek û nîv li şerê dîkan temaşe dikin.

 

Her 15 xulekan ji şer bêhnvedank heye, ku têde dîkan av didên û xwîna ser rû û laşên wan paqij dikin.

 

Dîk dema karibe dîkê hemberî xwe di gera dest pêkê de bixe, yan jî bikuje, navdar dibe.

 

Hezkerên vî şerî gelek ji wan pereyan davên li ser dîkên navdar yê ku gelek dîk di 15 xulekên destpêkê de avêtiye erdê.

 

Dîkê şer li odeyan tên xwedîkirin, ne wek dîk û mirîşkên kurmancî li koxikan dijîn, û dîkê şer bi tenê dijî, ji ber ku berdewam şer dikin.

 

Şivan yek ji xelkên navdar e bi xwedîkirina dîkan li bajarê Qamişlo, ew dibêje ku pêdiviya dîkên şer bi derman û xwarineke taybet heye.

 

Qeyser ne ji zûde ji şer derketiye loma pêwistiya wî bi bêhnvedankê ji 10 heta 15 rojan heye û divê şivan di van rojan de bi destê xwe xwarinê bide dîkê xwe.

 

Xwediyê dîkan Şivan Umer dibêje ku dema dîk ji pêşbaziyê derdikeve, dîkê xwe dişon û derman dikin û weke zarokê xwe pê re eleqedar dibin.

Li ber tîşkên rojê rojana Şivan dîkan perwerde dike da ku di siberojê de di qadên şer de serê xwediyê xwe bilind bike .

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst