Li Berdereşê qeza: Mirî û birîndar hene

09-01-2024
Nîşan Berdereş Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Berdereşê ya Dihokê di qezayekê de du kes mirin û sê kes jî birîndar bûn.

Rêvebiriya Trafîkê ya Dihokê da zanîn ku îro demjimêr 07:30î li navenda Berdereşê qezayekê rû daye.

Li gorî agahiyan, di vê qezayê de otomobîlek û traktorek li hev qelibîne û şeş jîngehparêz birîndar bûne.

Piştre du birîndaran canê xwe ji dest daye û sê birîndar jî tên dermankirin.

Birînên wan xedar in

Berdevkê Navenda Tenduristiyê ya Akrê Nêçîrvan Herkî li ser qezayê got:

“Pênc birîndar veguhastin Akrê lê diduyan ji wan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Birînên sê birîndarên din jî giran in.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, ev jîngehparêz xebatkarên şirketa MRFê ne û qezayên Berdereş, Şêxan û Akrê paqij dikin.

Dema wan îro erkê xwe bi cih dianî ev karesat hatiye serê wan.

Dîsa li gorî zanyariyên Rûdawê, birînên jîngehparêzekî ji wan sivik in û ajokarê otomobîlê jî bi sivikî birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst