Ciwanê Kurd daliqandî hatîbû dîtin: Li Geverê hat veşartin

09-01-2024
Zînê Cahîde Akgul
Fatîh Ozdemîr
Fatîh Ozdemîr
Nîşan Grûpên Çekdar Efrîn Frotina Xaniya Destdanîna Ser Malan Fatîh Ozdemîr Tekîrdag Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê ciwanê Kurd Fatîh Ozdemîrê 34 salî yê ku li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê bi darê ve daliqandî hatibû dîtin, li Geverê hat veşartin.

Malbata Ozdemîr li ber sir û seqema Geverê cenazeyê wî pêşwazî kir.

Li navçeya Çerkezkoyê ya parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê ciwanekî ji navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi darê ve daliqandî hatibû dîtin.

Di encama lêkolînan de diyar bû ku kesê ku mirî hatiye dîtin Fatîh Ozdemîrê 23 salî ye û ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye.

Piştî kar û barên otopsiyê termê Ozdemîr li Geverê ji aliyê dêya wî û malbata wî ve hat pêşwazîkirin.

Bavê wî Muhsîn Ozdemîr got:

“Ji me re got ez dê biçim bixebitim û biçim werzişê jî. Du roj berê seat nehan min telefonî kir lê em negihanê.

Roja yekşemê demjimêr dora du û nîv û sisêyan de agahiya mirina wî ji me re hat.”

Fatîh Ozdemîr 5 sal bûn, li navçeya Çerkezkoyê dijî û malbata wî berî du rojan bi hinceta ku wenda bûye gilî tomar kiribû.

Termê wî hat dîtin û li navçeya Geverê spartin axê.

Mamê wî Ahmet Ozdemîr got:

“Wan gotiye xwe bi ben ve kiriye û daliqandiye. Em tiştekî nizanin. Çima wisa kiriye û çi bûye em nizanin.”

Pismamê wî Hidayet Ozdemîr wiha anî ziman:

“Gotin xwe kuştiye. Wekî din em tiştekî nizanin. Hîn encamên otopsiyê derneketine. Ne diyar e.

Bi xwe wisa kiriye yan jî destê hinekan tê de heye em nizanin. Em nikarin tiştekî li ser vê bêjin.”

Roja 7ê Kanûna Pêşîna 2024an li Taxa Baglikê ya Çerkezkoyê hinek welatiyên ji bo masîgiriyê çûbûn gola li navçeyê cenazeyê ciwanekî ku bi darê ve daliqandîbû dît û wan tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê agahdar kirin.

Malbata wî ji bo zelalbûna bûyerê li benda encamên otopsiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst