Li Duhokê 34 parzûngehên neqanûnî hatin rûxandin

08-12-2022
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Li Duhokê 34 parzûngehên neqanûnî hatin rûxandin
Li Duhokê 34 parzûngehên neqanûnî hatin rûxandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Pîşesazî ya Kaşê ya Duhokê çend parzûngehên neqanûnî hatin hilweşandin ku bi salan e daxwaza rakirina wan dikin. Qaymeqamê Sêmêlê da zanîn ku li herêmê 45 parzûngeh hene û 34 ji wan dê werin hilweşandin û diyar kir ku 11 parzûngehên din hatine agahdar kirin ku pirsgirêka paşmayî û bêhnê çareser bikin.

Hin şêniyên gundên derdora parzûngehan ji hilweşandina parzûngehan kêfxweş in, ji ber ku wek dibêjin, parzûngehan bêhneke ne xweş belav dikirin û ew bêzar dikirin.

Welatiyê bi navê Zêrevan Sofî ji Rûdawê re anî ziman, “Bi şev bêhna wê dihat. Sibehê dema em ji xew radibûn bêhna ne xweş jê dihat. Ji ber bêhna ne xweş a ku me digot qey tupa gazê ye ez çend caran şiyar dibûm dema ku ez diçûm û min lê dinêrî min didît ku bêhna Kaşê (parzûngeh) ye.”

Welatiyekî din ê wê ji deverê Mehdî Salih jî got, “Berê me bêhn dikişand lê niha bêhna wê nemaye, em daxwaz dikin ku ev mesele cidî were girtin û em spasiya wan dikin.”

Xwediyên parzûngehan dibêjin wan mesrefeke zêde kirine. Xwediyê yek ji parzûngehên ku hat hilweşandin Selah Koçer ji Rûdawê re ragihand, “Bêyî biryara dadger bû, heger biryara dadger derkeve em ê rêzê lê bigirin. Her yekî ji me du sê mîlyon dolar lê xerc kirine. Ev neheqiyeke mezin e.”

Kaşê navçeyeke pîşesazî ya mezin e ku li rojavayê Duhokê ye û çend kargehên cuda lê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst