Bedran Çiya Kurd: Çareserî li Şamê ye û em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin

08-12-2022
RÛDAW
Bedran Çiya Kurd: Çareserî li Şamê ye û em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin
Bedran Çiya Kurd: Çareserî li Şamê ye û em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin
Nîşan Şam Rojavayê Kurdistanê Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di Foruma "Xwendinên Prîmakov" de li Moskowê behsa peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kir. Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser got, “Çareserî li Şamê ye û em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Pêncşemê beşdarî foruma "Xwendinên Prîmakov" bû gotarek pêşkeş kir.

Sergey Lavrov li ser peywendiyên Rêveberiya Xweser ên bi Amerîkayê re got, “Amerîka bi hebûna xwe ya serbazî li Sûriyê, piştgiriya Kurdan dike ku ji Sûriyê cuda bibin. Divê Kurdên Sûriyê baweriyê bi wê yekê bînin ku danûstandihnê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin û di çarçoveyê dewleteke yekgirtî de li hev bikin û baweriyê bi sozên Amerîka neynin.”

Sergey Lavrov anî ziman, “Moskowê giringiyê dide her karekî ku piştgiriya Tirkiyê û Sûriyê dike ji bo rekeftina li ser pirsa sînorê di navbera her du welatan de dikin. Metirsiyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê rewa ne, hikûmeta Sûriyê jî wan metirsiyan rewa dibîne.”

Wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavrov ragihand, dibe ku danûstandinên di navbera Enqere û Şamê de li ser bingeha Rêkeftina Edenê bêne kirin.

Li ser gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd daxuyaniyek da.

Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di daxuyaniya xwe de got, “Em dikarin bêjin tiştê ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê behs kiribû, ji rastiyê dûr e, ji ber ku Rêveberiya Xweser yekîtiya xaka Sûriyê diparêze. Rêveberiya Xweser berevanî di ber xaka Sûriyê de kir û rê neda Tirkiyê û grûpên wê yên çekdar dagir û parçe bikin.”

Bedran Çiya Kurd her wiha diyar kir, li cihê ku Rûsya wan bi parçebûnê tohmetbar bike, pêwîst e Rûsya li ser navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de lêkolînê bike.

Bedran Çiya Kurd anî ziman, “Çareserî li Şamê ye û diyaloga nîştimanî ya Sûrî ji prensîbên me yên stratejîk in. Tevî serhişkiya rejîma Sûriyê û redkirina rewşa heyî, hîn em ji bo dîtina çareseriyeke nîştimanî ya Sûriyê kar dikin. Em pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê dikin ku garantiya mafê hemû Sûriyan bi dadwerî û wekhevî tê de were parastin.”

Bedran Çiya Kurd her wiha got, “Destpêşxeriyeke Rûsî ji bo nêzîkkirina nerînan heye û hîn em di vê derbarê de kar dikin. Em di biryara xwe de serbixwe ne û ne girêdayî tu aliyekê ne. Em her destêwerdaneke ji derve di pêşeroja Sûriyê de red dikin. Em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin û ev tohmet tenê xizmeta Tirkiyê dikin.”

Bedran Çiya Kurd Rêkeftina Adana ya sala 1998an ku welatên Astana behsa wê dikin, rêkeftineke ewlekarî ya ne rewa ye û li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne, ji aliyê parlamentoya Sûriyê ve nehatiye erêkirin.

Bedran Çiya Kurd her wiha anî ziman, “Rêkeftina Adana nayê qebûlkirin ji ber ku dagirkirina Tirkiyê ji xaka me re rewa dike. Kurd ji pêkhatiyên resen ên Rojhilata Navîn in, ji ber siyaseta navendî ya welatan, Pirsa Kurd nehat çareserkirin û itîraf bi mafê wan nekirin. Eger Pirsa Kurd li Sûriye, Tirkiyê û Îranê neyê çareserkirin, aramî li navçeyê çênabe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst