ÎHD: Divê binpêkirinên li girtîgehan bên rawestandin

08-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ragihand ku ji bo misogerkirina mafê jiyana girtiyan, binpêkariyên di girtîgehan de didomin divê demildest bên rawestandin.

Komîsyona Girtîgehan a Navnenda Komeleya Mafên Mirovan îro di daxuyaniyekê de bal kişand li ser rewşa girtîgehên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Lijneya Rêvebir a ÎHDê ya Amedê Jiyan Ormanlî ve hat xwendin de dibêje ku girtîgeh bi girtiyan tije bûye û ev rewş bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Li gor amarên Jiyan Ormanlî dane li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di 399 girtîgehan de 331 hezar û 706 girtî hene û her diçe jî ev hejmar zêde dibe.

Ormanli eşkere kir ku li girtîgehan “ji ber nebûna mercên tendurist û îşkenceyê”, girtî bi nexweşînên giran dikevin û derûniyab wan têk diçe û heta niha 70 girtî jî li girtîgehan canê xwe ji dest dane.

Ormanli herwiha da zaîn ku 1517 girtiyên nexweş hene û ji wan 531 kes rewşa wan giran û ewlehî û venihêrîna hemû girtiyan di bin berpirsyarîya dewletê de ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Jiyan Ormanli got: “Ji bo binpêkariyên mafan ên di girtîgehên Tirkiyê de tên jiyîn biqede, divê dev ji polîtîkayên ewlêdariyê were berdan û divê hişmendiyeke li gorî rêzika gerdûnî û mafê mirovan were cîbicîkirin.”

Daxuyaniya ÎHDê ya Amedê wiha ye:

“Li Tirkiyeyê  girtîgeh, bûne cihê kesên ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ‘bi talûke2 tên binavkirin. Bi taybetî bi cuntaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î gelek muxalif di girtîgehan de bi îşkenceyan hatin qetilkirin, girtîgeh bi pêkanînên îşkence û miameleyên xirab tên bîranîn. Tam di demekê wiha de komeleya me hatiye darizandin ji 35 salan zêdetir e ji bo îxlalên girtegehan bi dawî bibin, kesên îxlalan pêk tînin werin darizandin û ji bo carekê din îxlalên wek hev neyên jiyîn têdikoşe. Ancax ji rabirdûyê heta niha desthilatdarek ji bo îxlalên mafên jiyanê yên girtîgehan îradeyek têrker dernexistiye holê îro ev dibe sedema  girtîgehên Tirkiyê bibin navenda îxlalên mafên mirovan.

Di dawiya salên 1990î de biryara modeleke nû ya girtîgehan,girtîgehên Tîpa Fyê hat dayîn. Di serî de 11 heb girtîgehên tîpa Fyê hatin çêkirin. Li hemberî vê biryarê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyan, sendîka, siyasetmedar û parazvanên mafan bal kişandin; di girtîgehên tîpa Fyê de girtî tena serê xwe yan jî bi komên biçûk bên girtin. Ev yek wekî xetereya îzolasyonê  terîfkirin û izolasyona civakî dê ji bo tendûristiya fizîkî û derûnî xetereyên giran pêk bîne, ew ê ewlehiya girtî û cezaxwariyan di bin şertên îzolasyonê de bikeve xetereyê.  

CPTê di rapora xwe ya 23ê Sibata 1999’an de diyar kiriye di girtîgehên tîpa Fyê de heke derfetên çalakiyên hevpar ên beşên jiyanê pêk neyê, pergala nû di cihê çareseriya pirsgirêkan de dê pirsgirêkên nû biafirîne. Digel hemû pêşniyar û hişyariyan desthilatdara siyasî bi polîtikayên ewledariyê yê ku li hemû civakê pêktîne bi armanca girtiyan bixe bin kontrolê û tenê bihêle ji bo  girtîgehên tîpên F’yê pêk were bi lezgînî dest bi xebatan kiriye.

 

Desthilatdariya niha ligel Tîpên Fyê girtîgehên îzolasyontir wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa Syê ava kiriye. Li gorî daneyên Gerînendeya Malên Tewqîf û Cezayê yên Wezareta Dadê niha di Tirkiyeyê de giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S’yê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tune ne û girtî rojê saetek, saetek û nîv (1-1,5) di cihekî din de derdikevin hewadariyê û  mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yek kesî de diborînin. Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S û girtîgehên Ewledariyên Bilind pispor û parazvanên mafan ku desthilatdariya siyasî hişyar dikirin mafdar derketin, girtiyên di van girtîgehan de tên girtin di serî de mafên wan ên jiyanê, mafên wan ên tendurîstî,mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê îxlalkirin pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikeve holê. Li hemberî van pêkanînan girtî li hiqûqa navîn û AÎHMê doz vekirine digel ku bi sedan biryarên erenî hebin jî îxlalên bûne mijara dozan bêyî bi dawî werin em dibînin her roja diçe ev îxlal zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bikarbînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên  greva birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan nexweşiyên mayînde jiyane. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup Burukanlî ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê de xwe şewitandiye û rewşa wî xeter e. Em wekî Komeleya  Mafên Mirovan careke din  bangawazî dikin  bila girtî çalakiyên jiyanî pêk neînîn û desthilatdara siyasî jî ji bo  daxwazên girtiyan pêk were polîtikayan biafirîne.

Li gorî daneyên ku girtigehan di 1ê Mijdara 2022’an de diyarkirine di 399 heb Girtîgehan de 331.706 girtî hene û ev hejmar her tim zêde dibin. Ji dawiya sala 2002’an heta niha hejmara girtiyên di girtîgehan de 5,6 qat zêde bûne. Hejmara ewqas girtiyan bi serê xwe pirsgirekeke mezin e. Pirsgirêka tedawî nekirina girtiyên nexweş û tehlîye nekirina girtiyên nexweş jî wekî îxlalên din ên li girtîgehan tên jiyîn ji polîtikayên siyasetê yên dûrî perspektîfên mafê jiyanê pêk tê. Qasî komeleya me tespît kiriye ji 29ê Nîsana 2022’an ve di girtigehên Tirkiyeyê de 651 heb girtiyên nexweş ên giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Bi taybetî girtîyên nexweşiyên wan giran bûne û nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomînin her roja wan a girtîgehê ji bo wan û malbata wan tê wateya îxlalkirina  qedexeya îşkence û miameleya xirab. Nexweşiyên girtiyan yên ji ewilî yan jî yên piştre dest pê kirine bi sedema mercên girtîgehê û ne tedawîkirina bi rêk û pêk pêşve diçe û îxlala mafê jiyanê derdixe holê. Biryara taloqkirina cezayên nexweşên giran ên ku gihiştîne asta xeteriyê ji hêla dozgeriyê ve bi xemgînî em dikarin bibêjin bê wate ye. Serlêderên komeleya me û girtîyên di lîsteya nexweşan de bûn girtiyên bi navê Bedri Çakmak û Ehettin Kaya ji ber nexweşiyên xwe cezayên wan hatine taloqkirin û hatine berdan lê demeke kin piştî tehliya xwe jiyana xwe ji dest dane. Îxlalên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn bi guherînên zagonî, perwerdehiya erkdaran û bi venêrîneke baş dikare pêşî lê were girtin. Di sala 2022’an de 70 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ev yek nîşan dide divê pêkanînên girtîgehên Tirkiyeyê bi lezgînî werin guhertin.

Piştî Wezîrê Dadê Bekir Bozdag got dê di rewşa girtiyên nexweş de sazkirinên zagonî pêk were, me wekî Komeleya Mafên Mirovan bi pêşniyar û dîtinên xwe yên li ser mijarê û pêşniyarên guherînên di derheqê hikmê mewzûatê de raporeke bi hûrgulî amade kir ew rapor me hem pêşkeşî partiyên siyasî hem jî pêşkeşî raya giştî kiribûn. Beriya Wezirê Dadê û desthilatdarî di derheqê girtiyên nexweş de guherînên zagonî pêk bînin ji xebatên saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û baroyan sûd bigrin û xebateke zagonî  bi van saziyan re pêk bînin ew ê derfeta çareseriya mijarê pêk were. Em dixwazin wekî Komeleya Mafên Mirovan careke din diyar bikin di derheqê guherîna zagonî de em bi zanîn, belge û raporên di destê xwe de dikarin peywir bigirin.

Di dawiyê de em dixwazin mijara ku her tim bal dikşînin li ser dîsa bal bikşînin. Hemû girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de di bin venêrîn û berpirsiyariya dewletê de ne. Di mijara mafê jiyanê, nedîtina îşkenceyê, rêzdariya jiyana taybet û malbatê, ragihandin û ji bo bikaranîna hemû mafên mirovan divê dewlet pêşgiriyên pêwîst bigire û di derheqê kesên van mafan îxlal dikin de darizandinên bi bandor pêk bîne. Bi vê sedemê ji bo îxlalên mafan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên jiyîn biqede divê dev ji polîtîkayên ewlêdariyê were berdan û divê hişmendiyeke li gorî rêzika gerdûnî û mafê mirovan bikeve merîyetê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst