Mehmûd Êzidî: Dê kesekî Êzidî bibe endamê Komîteya Navendî ya PDKê

08-11-2022
RÛDAW
Logoya PDKê
Logoya PDKê
Nîşan PDK Serok Barzanî Kurdên Êzidî Mehmûd Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê berê yê serkirdayetiya PDKê Mehmûd Êzidî dibêje, di çend rojên bihê de dê biryar li ser diyarkirina kurdekî Êzidî weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê bê dayîn.

Di kongreya 14an a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ku di navbera 3-6 Mijdara 2022an li bajarê Duhokê hat lidarxistin, çar kesên Kurdên Êzidî xwe ji bo Komîteya Navendî ya PDKê berbijêr kiribûn, lê kesek ji wan dengên pêwîst bidest nexistibûn.

Ew kesayetên Kurdên Êzidî ku xwe berbijêr kiribûn, Viyan Dexîl, Mehma Xelîl, Mehmûd Êzidî û Kerîm Silêman bûn.

Roja 6ê Mijdara 2022an Serok Mesûd Barzanî di gotarekê de li berdem endamên kongreya 14an a PDKê de rexne li wê yekê girtibû ku ti kesekî Êzidî wek endamê komîteya navendî ya partiyê nehatiye hilbijartin û gotibû, “Pirsgirêkek mezin heye û desthilat bidin min daku çareser bikim. Ez dibînim ku ti bira yan xûşkeke Êzidî di nava lîsteyê (lîsteya endamên komîteya navendî) de nîne, ev valahiyeke mezin e û divê were çareserkirin. Heta eger zêde ligel rêziknameyê jî nebe, daxwaz dikim desthilatê bidin min daku vê pirsgirêkê çareser bikim, çimku hem serbilindî ye bo PDKê, serkeftine bo PDKê û serkeftin e bo gelê Kurdistanê.”

Li gor hin zanyariyan, dibe ku serok Barzanî Mehmûd Êzidî wek endamê Komîteya Navendî ya PDKê diyar bike, ku di kongreya 13an de wek endamê serkirdayetiya PDKê hatibû hilbijartin.

Têkildarî mijarê, Mehmûd Êzidî îro Sêşembê 8ê Mijdara 2022an ji Rûdawê re got, “Rast e navê min hatiye belavkirin, lê belê ew zanyarî ne rast in, heta niha bi fermî ji min re negotiye ku ez bûme yek ji endamên Komîteya Navendî ya PDKê.”

Mehmûd Êzidî diyar kir, hilbijartina kesekî bo wê postê dê di du rojên bihê de bê yekalîkirin û “dê serok Barzanî biryarê li ser bide”.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Mehmûd Êzidî got, “Em çar berbijêr bûn, serok Barzanî her biryarekê bide dê biryara me be jî, lê ew zelal e ku Kerîm Silêman alîkarê wezîr e, birayê me Mehma Xelîl û xûşka me Viyan Dexîl her du jî li Bexdayê parlamenter in. Ez wek kadroyê PDKê ji sala 1991an ve ta niha karê partayetiyê dikim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst