Erşad Salihî bangî partiyên Kurdistanî kir: Werin em bibin yek

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Erşad Salihî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê Erşad Salihî bangî bagî partiyên Kurdistanî kir û got “Werin em bibin yek.”

Serokê Berê yê Eniya Tirkmenan û Parlamenterê Kerkûkê Erşad Salihî derbarê aloziyên Kerkûkê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Kurdî peyamek belav kir.

Salihî destnîşan kir ku avakirina Kerkûkê bi hemû pêkhateyên xwe ve dikare di paşerojê de pêşî li hegemonyaya nîjadperest û şovenîstan di bigire.

Salihî bangî partiyên Kurdistanî kir û got, "Ez pêşniyar dikim ku em bi hev re kar bikin da ku petrola Kerkûkê ji bo gelê herêmê bibe nîmetek."

Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê Erşad Salihî di peyaman xwe de wiha got:

“Ez wek Tirkmenekî dixwazim we vegerînim berê û tiştekî bînim bîra we.

Dema ku Sedam Husên di sala 1988an de bi hinceta Enfalê êrişî gundên Kurdan kir, hemû mal û ajelên gundiyan li bazaran dihatin firotin.

Li ser bingeha yasaya biratiya di navbera me de, alimên olî yên Tirkmen diyar kir ku kirîna van kelûpel û ajelan ji aliyê olî ve heram e û wan got ku ev mal û milk ji gelê mezlûm û mehrûm hatiye standin.

Piştre 1991ê li Antunkoprî û Domîzê Tirkmen hatin bidarvekirin, li ber Restoranta Necad a Sorîceyê jî Kurd hatin bidarvekirin. Me heman çarenûs parve kir. Ji ber vê yekê me bi hev re xwîn rijand.

“Me bi hev re li dijî DAIŞê şer kir û xwîn rijand”

Ez 10 salan di zindana Ebû Xrêbê de mam, di dema girtina min de hinek birayên min ên Kurd li cem min bûn û heta niha pêwendiya me berdewam e: Li Îskanê Kek Wehab, li Raniyê Kek Fetah, li Koyê Kek Mofeq û çend kesên din li Dihokê.

Piştî 40 salî em disa neçar dimîn ku li dijî tiştên bêwate têbikoşin. Me bi hev re li dijî DAIŞê şer kir û xwîn rijand.

“Piraniya polîsên Kerkûkê Kurd in”

Ez dixwazin ji birayên xwe yên serkirdeyên Kurdistanê re vê yekê bibêjim: Eger hûn dixwazin li Kerkûk û Herêma Kurdistanê mafên kurdan biparêzin. divê hûn Kurdên Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ji herêmên me derxînin (Yên li Sorîceyê sivikatî li ala Îraqê kirin ne Kurdên Sorîceyê bûn.)

Çend ciwanên biyanî hewl da bi hêzên ewlehiyê yên li herêmê re şer bikin. Ji kerema xwe re dijberiya polîsan nekin, ji ber ku piraniya polîsên Kerkûkê Kurd in, divê em rê li rijandina xwîna hev bigirin.

“Çima hûn piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê dikin?”

Di dawiyê de ez dixwazim vê yekê bibêjim, hemû partiyên Kurdistanî ji hikûmeta navendî pereyan distînin.

Çima hûn piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dikin ku partiyeke Tirkiyeyê û mafên we binpê dike? Dixwazim ji Hewlêrê re vê bibêjim:

Li şûna ku hûn pere li gelê Kurd belav bikin, çima hûn destûrê didin ku hêzên çekdar ên muxalîf ên Îranê li herêma we bimînin û piştgiriyê didin wan?

“Werin em hemû bi hev re ji ezmûnên tal ên berê ders wergirin”

Di dawiyê de ez pêşniyar dikim kar bikin da ku petrola Kerkûkê ji bo xelkê herêmê bibe nîmetek, em erk û postan bi awayekî wekhev di nav xwe de parve bikin. Divê kesên biyanî ji bajarê me derkevin, bajarê me ji şêniyên xwe yên resen re bê hiştin.

Daxwaza min ji we ew e ku hûn ji fitne û kaosê dûr bisekinin. Ji ber ku em yek in. Dibistan, sazî û heta eşîrên me jî entegre bûne. Werin rê nedin dijminên Kurd, Tirkmen, Ereb û Xiristiyanan.

Hûn ji her kesî çêtir dizanin ku koçberbûn çiqas zehmet e, nehêlin xelkê Kerkûkê koçberî herêmên din bên kirin.

Werin em hemû bi hev re ji ezmûnên tal ên berê dersê wergirin. Tê bîra me çawa me li hev kir û DAIŞ têk bir?

Me şehîdên wek Şêrko ji Kurdan, Mûnîr Kaflî ji Tirkmenan û Mihemed Xelîl jî ji Ereban dan.

Tê bîra xwe ku em çawa di petaya coronavîrusê de bûn yek? Çawa ji Rehîmawayê ber bi Mûsil û Urbayê ve tupên oksîjenê dibirin. Bînin bîra xwe ku me çawa derman ji derve anî.

Ev hemû ji bo çi bûn? Helbet ew bû ku em Kerkûkê bikin paşeroja xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst