SÊRT - Tîma AFADê çû gundê ku ji bin erdê dengên ecêb û xerîb tên bihîstin

08-09-2022
RÛDAW
Nîşan Sêrt Tîllo Gundê Boşî Deng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser îdiaya ku li gundê Boşî yê parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji bin erdê dengên ecêb tên bihîstin, li wî gundî dest bi lêkolînan kirin û dê bo dema 24 saetan erdhejên li gund çêdibin bişopînin.

Li gor zanyariyên xelkê gundê Boşî yê Sêrtê ev heyameke li gundê wan dengên ecêb û xerîb  ji bin erdê tên.

Gundiyan li ser vê yekê serî  li Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) dan û daxwaz kirin ku li gund derbarê mijarê de lêkolînek bê destpêkirin.

Tîmên AFADê û hejmareke endezyarên erdê ku ji Rêvebirê AFADê yê Bajêr Cahit Akkoyun, endezyarên jeofizîkê Turgay Kuru û Aytaç Apak û çend endezyarên din jeofizîkê çûn gund û dest bi lêkolînan kirin.

Tîmên ku ji muxtarê gund Necmettîn Baykara agahî wergirtin, ji bo erdhejên ku li gund çêbibin, erdhejên siruştî û yên çêkirî, tespît bikin sîstema lezpîvan (akselerometre) danîn. Erdhejên li herêmê dê bi saya sîstena ku hatiye avakirin dê 24 saetan bên şopandin.

Li çend xalên cûda yên gund bi amûreke 48 qenalî ya sîsmîkê heta 100 metre bin erdê dê lêkolîn bên kirin. Beriya niha bi 2 mehan Tîmên AFADê û hejmarek endezyarên jeofizîkê çûbûn gund û dest bi lêkolînan kiribûn. 

Rêveberê Ewlekariya Sêrtê yê AFADê Cahit Akkoyun piştî lêkolînên destpêkê ragihandibû ku wan li çend cihên cuda yên gund dest bi lêkolînan kirine û dê rapora xwe ya derbarê encama lêkolînan de bi aliyên peywendîdar re parve bikin.

Hat ragihandin ku ekîb dê li gundê Nepîle yê navçeya Tilloyê jî lêkolîn bikin, ku tê gotin ku ji binê erdê wî gundî deng tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst