PAK: Em êrişên Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ rûreş dikin

08-09-2018
RÛDAW
Nîşan Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Êriş Îran HDK PDKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Bakurê Kurdistanê li ser topbarana Îranê ya li ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê şermezar kir û ragihand: “Dewleta Îranê ji bêdengiya cîhanê cesaretê digire û her roj çend gêncên Kurdan darve dike. Îro jî vê sîyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike.”

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Dewleta Îranê îro (08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin. Li gorî agahiyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.”

 

PAKê destnîşan kir: “Em sersaxiyê ji herdu partîyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêrê bide birîndaran.”

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) diyar kir: “Em bangî Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê bêdeng nemînin. Bila Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir ji Dewleta Îranê re bêje 'bes e'.”

 

PAKê êrişên Îranê şermezar kir û got: “Em ji ber van êrîşên wan ên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzê nekarîbûye bi kuştin, qetlîam, jenosîd, enfal û darvekirinan ve rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadiyê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst