Artêşa Tirkiyê deverên Qamişlo, Amûde û Dirbêsiyê topbaran kirin

08-08-2022
RÛDAW
Di encama topbarana artêşa Tirkiyê de welatiyekî gundê Til Zîwan birîndar bû
Di encama topbarana artêşa Tirkiyê de welatiyekî gundê Til Zîwan birîndar bû
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Topbaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji îro serê sibehê ve, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dest bi topbarankirina çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê kirin. 

Çavkaniyên xwecihî ji Dirbêsiyî ragihandin ku serê vê sibehê Tirkiyê sê gund û nêzîkî rêbenda deriyê Rojavayê bajêr topbaran kiriye.

4 top li derdora rêbenda bajarê Dirbêsiyê ketin

Artêşa Tirkiyê çend gundên Şehba û Til Rifetê topbaran kirin û bi doşkayê teqe li gundekî hatiye kirin.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê, li Şehba bi doşkayê teqe li gundê Hirbil kirine, lê ti zanyarî derbarê ziyanan belav nekiriye.

Li gor heman çavkaniyna, berî wê jî gundê Merenaz li nahiya Şera ya Efrînê hatibû topbarankirin û dronên Tirkiyê bi awayekî zêde li ser asmanê navçeyê firiyane.

Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê derdora nahiya Til Rifetê jî topbaran kiriye û duh nêzîkî 15 topan li wir ketine xwarê.

Duh ber êvarî jî, Artêşa Tirkiyê gundê Um el-Hoş li navçeya Şehba topbaran kiribû.

Li Amûdê jî, gundên Sê gund hatin topbarankirin.

Herweha gundê Til Zîwan ê li rojhilatê Qamişlo hate topbarankirin, di encamê de welatiyek birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Rêveberiya Xweser jî got,  gundên Til Zîwan li Qmişlo bi 2 hawinana hat armanckirin, gundê Xanîka li Amûdê bi 3 topan û 3 top li Zirgan û 3 li gundê Çetelê  yên Dirbêsiyê ketine xwarê

Li Til Temir jî 2 gund hatin topbarankirin.

Li Minbic jî 4 gund hatin topbarankirin

Li Minbic jî Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihande, Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yê ser bi wê, gundê Cat li bakurê bajarê Minbic, herwiha gundên Ereb Hesen, Muhsinlî, On Dadat topbaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst