Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek karkerên şaredariya bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza meaş û padaştên xwe yên cejnê li pêşiya avahiya Şaredariya Merîwanê kom bûn.
Karkeran di dema çalakiyê de ragihandin, ku wan 6 meh e meaşên xwe û padaştên cejnê û yên 16 meh karên zêde jî wernegirtine. Herwiha diyar kirin, ku ji bo mafê xwe çendîn car serdana aliyên peywendîdar kirine lê bê sûd bûye.
Karkerên Kurd diyar kirin, ku ji ber meaşên wan nehatiye dayîn ew di nav tengezarî û şertên zehmed de dijîn û gotin, ku ew neçar in ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe yên rojane ji dost û xizmên me deynan werbigrin.
Şaredariya Merîwanê jî radigihîne, ku ji ber xirabiya rewşa aborî ya welat û nebûna deramet û dahatan, ew nikarin bersiva daxwazên karkeran bidin.
Serokê Şaredariya Merîwanê Cemal Şerîfî gotiye, ku şaredarî qeyrana darayî dijî û ew derfetên wan nînin ku bikarin vê qeyranê derbas bikin.
Şerîfî herwiha daye xuyakirin, ku ev qeyran demkî ye û dê derbas bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse