Tirkiye bi firoke û topan li sînorên Amêdiyê dide

08-06-2018
RÛDAW
Nîşan Amêdiye Tirkiye Firoke Topbaran
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Firokeyên şer û topxaneyên artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna kampên PKKê herêmên Nêrwe, Rêkan û Nihêlê yên navçeya Amêdiyê ya Duhokê bi giranî bombebaran kirin.  

 

Îro danê Înê (08-06-2018), firoke û topxaneyên artêşa Tirkiyê derdora çend gundên herêmên Nêrwe, Rêkan û Nihêlê û herwiha Geliyê Reşava yên navçeya Amêdiyê dane ber top û bombeyan.

 

Nîştecihê bajarokê Dêrelokê Îdrîs Rêkanî ji Rûdawê re ragihand: “Firokeyên Tirkiyê bi giranî gundên Zilyê û Bêznûr a devera Nêrwe, herwiha devera Rêkan û Nihêlê bombebaran kirin. Herwiha bi topan jî li wan herêman topbaran kirin.”

 

Rêkanî da zanîn, ku çend guleyên hawanan jî li Geliyê Reşava ketine û ji ber bombebaranê nîştecihên navçeyê gelek tirsiyane.

 

Herwiha çavkaniyekî ji navçeya Kanî Masî ji Rûdawê re ragihand, ku ev çend roj in Tirkiyê hêzeke mezin a leşkerî aniye ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê.

 

Herwiha li herêma Nêrwe û Rêkanê jî leşkerên Tirkiyê 10 kîlometre sînor derbas kirine û hatine nav axa Başûrê Kurdistanê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst