Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Hevserokê Şaxa DBPyê ya Semsûrê Azîz Akdag jî heye.

Li Semsûrê, danê sibehê polîsan bi ser hinek malan de girt û Hevserokê Şaxa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Semsûrê Azîz Akdag, nûnerê Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirine (MEBYA-DER) yê Semsûrê Mahmut Elçî û Bedriye Polattaş desteser kirin.

Polîsan Azîz Akdag, Mahmut Elçî û Bedriye Polattaş birin Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst