Metirsî heye 4 girtiyên Rojhilatê Kurdistanê bên darvekirin

07-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Girtiyên Kurd Darvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona fermî ya hikûmeta Îranê bo cara duyemîn vîdyoyên mikurhatinên (îtirafên) 4 girtiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê weşandin û rêxistinên mafên mirovan dibêjin, metirsî heye ku ew girtiyên Kurd bên darvekirin.

Girtiyên ku vîdyoyên mikurhatinên wan hatine belavkirin, Pêjman Fatihî, Wefa Azerbar, Herjîr Feramerzî û Muhsin Mezlûm in.

Ciwane Tîmsî hevjîna Muhsin Mezlûm di twîttekê de ragihand, nêzîkî çar mehan e ew tiştekî derbarê hevjînê xwe de nizane û nikare ti agahiyan li ser wî bidestbixe, lewra dubere ew ji ber belavkirina mikurhatinên bi zorê yên kesên girtî ji aliyê medyayên Komara Îslamî ya Îranê ve zêdetir dilgiran bûne.

Desthilata Dadê ya Îranê berî çend mehan ragihandibû, 10 kes bi tohmeta pêwendiya ligel dezgeha istixbarata Îsraîlê Moosadê hatine girtin û diyar kiribû ku 4 kes ji wan bi belavkirina gendeliyê li ser erdê hatine tohmetbarkirin.

Li gor qanûna Îranê, cezayê kesên ku bi belavkirina gendeliyê li ser erdê tên tohmetbarkirin, darvekirin e.

Nehatiye ragihandin ku ew 10 kes kengî hatine girtin, tenê amaje bi wê yekê hatiye dan ku li parêzgeha Urmiyê hatine girtin.

Wezareta Îtilaata Îranê berê dabû xuyakirin ku hêzên wan çend endamên Komeleyê girtine û ew bi hebûna pêwendiyan ligel Îsraîlê tohmetbar kiribûn.

Komeleyê desteserkirina hejmarek endamên xwe li Îranê piştrast kiribû, lê belê red kiribû ku pêwendiya wan bi Îsraîlê re hebe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye, ji destpêka îsal ve zêdetir ji 500 kesan li Îranê hatine darvekirin û ew rêje li gor sala 2021 gelek zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst