Hanifî Tûran: Partiyeke Tirkiyeyî çawa dikare di nav yekîtiya neteweyî ya Kurdan cih bigire

08-12-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Bi armanca avakirina siyaseta netewî tevî HDPê 10 partiyên Kurdistanî li Amedê 2 rojan rêzekombûn encam dan.
Bi armanca avakirina siyaseta netewî tevî HDPê 10 partiyên Kurdistanî li Amedê 2 rojan rêzekombûn encam dan.
Nîşan PAK HDP
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Endamê Rêvebiriya Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanifî Turan rexne li civîna tevî HDP 10 partiyên Kurdistanê ya li Amedê kir û got: “HDP bixwe dibêje ew partiyeke Tirkiyeyî ye. Em dipirsin gelo partiyeke Tirkiyeyî dikare di nav yekîtiya neteweyî ya Kurdan bicih bigire?”

Bi armanca avakirina siyaseta netewî tevî HDPê 10 partiyên Kurdistanî li Amedê 2 rojan rêzekombûn encam dan.

Di roja duyemîn de encamnameya komxebatê ji bo rayagiştî  hate parvekirin. Di encamnameyê de biryara avakirina hevgirtina netewî hate girtin

Biryar hate girtin ku komîsyoneke were ava kirin û ev komîsyon plansaziya xebatên paşerojê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşek parlementerên xwe ve tevlî vê civînê bû

Parlementerê HDPê yê Wanê Tayîp Temel dibêje: “HDP jî wek her partiyeke din yek ji beşdarî vê xebatê ye. HDP bêguman partiyeke Tirkiyeyî ye. Di asta statû û serxwebûna çand û ziman de nasnameya kulturê diparêze tekane partiya di bin meclîsa Tirkiyê de  HDP ye.”

Partiyên Kurdistanê yê ku tevlî civînê bûn ji hevgirtineke netewî yê di navbera aliyên siyasî de hêvîdar bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî got: “Ev biryara me pêngaveke biçûk e, lê em dixwazin vê gavê hêdî hêdî mezin bikin. Rê û rêbazeke dûr û dirêj li pêşiya me ye. Em dixwazin tifaka mayînde pêk bînin.”

Ji bo civîna hevgirtina netewî hemû partî rêxistin û platformên Bakurê Kurdistanê hatibûne vexwendin.

Ji partiyên Kurdistanî PAK, PSK û HAKPAR ji ber beşdariya HDPê  beşdarê civîna hevgirtina netewî nebûn.

Endamê Rêvebiriya Navendî ya PAKê Hanifî Turan jî wiha axivî: “Aliyê ku pêşkeşiya civînê dike HDP ye. Ew li ser navê wan 10 partî û rêxistinan deyanatan dide, lê ew bixwe dibêje ew partiyeke Tirkiyeyî ye. Em dipirsin gelo partiyeke Tirkiyeyî dikare di nav yekîtiya neteweyî ya Kurdan bicih bigire.”

Di 18-19ê meha hatî de ewê konfernaseke berfireh li Amedê were lidarxistin

Eger heye ku şandeyeke ji hevgirtina netewî serdana partiyên Başurê Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst