Li Efrînê 4 welatî ji aliyê polîsên leşkerî ve hatin revandin

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li 3 gundên herêma Efrînê 4 welatiyên Kurd revandine.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandine, Polîsên Leşkerî yên li Efrînê ku ser bi Tirkiyê ve ne, ew welatiyên Kurd îro Duşembê 7 Mijdarê li gundên Emara, Dêr Dewan û Merwaniyê girtine.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, li gundê Emara yê navçeya Mabata ya Efrînê welatiyê bi navê Farûq Ebdo Mihemed, li gundê Dêr Sewanê yê navçeya Şera Reşîd Ekkaş û li gundê Merwaniyê yê navçeya Cindirêsê jî welatiyên bi navên Zuhêr Bêreqdar û Xelef Cume Ehmed ji aliyê çekdarên Polîsên Leşkerî ve hatine revandine.

Heman çavkaniyan diyar kirine, polîsên ser bi Tirkiyê ve bo azadkirina wan kesan fidye ji malbat û kesûkarên wan xwestine.

Roja 31ê Cotmehê jî, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam 4 welatiyên Kurd ji gundê Kefir Mizzê yê ser bi nahyeya Şera ya Efrînê ve girtibûn û ew bo cihekî ne diyar birine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst