Hêzên Tirkiyê Zirgan û Şêrawa topbaran kirin

07-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê sibeha îro Duşembê 7ê Mijdarê navenda navçeya Zirganê li herêma Cezîrê û herwiha gundekî Şerawa ya Efrînê topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê derdora demjimêr 8:00 sibehê taxa rojava ya navenda navçeya Zirganê topbaran kirine.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê jî ragihandine, navenda Zirganê bi çekên giran û hawanan hatiye topbarankirin, lê zanyariyên zêdetir belav nekirine.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê herwiha doh danê êvarê gundê Kilotiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine.

Heta niha derbarê ziyanên canî û maddî yên wan topbaranan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst