Yekgirtû encamên destpêkê yên hilbijartinan red dike

07-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Yekgirtû Encam Baykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê civiya û biryara redkirina encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da. Yekgirtû dibêj dinpêkarî û sextekarî di proseya hilbijartinê de hatine kirin.

 

Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê duh şemiyê bi serpereîtiya sekreterê giştî yê partiyê Selahaddin Bahaddin (06.10.2018) derbarê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de civîneke awarte pêk anî.


Piştî civîna awartê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku hemû serkirdayetiya wê hizbê dê hewlên xwe bide ku kar ji bo çareserkirina sedemên kêmkirina dengên Yekgirtû bike û wê guhertinên pêwîst di hemû organ û saziyên wê partiyê de encam bide.


Di daxuyaniya Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî de herwiha hat gotin ku pilanekê ji bo pêdaçûn, xwe nûkirin û derbaskirina vê qonaxa xerab deyne û di demeke zû de wê civîna giştî lidar bixe.


Di haman demê de Yekgirtûyê ragihand ku ew “ji ber sixtekariyan” encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê red dikin.


Yekgirtûyê di daxuyaniya xwe de got: “Ji ber sixtekarî û binpêkirinên aliyên siyasî yên li ser deshilatdariyê proseya hilbijartinê tûşî zirare bû. Rêjeya dengê aliyên desthilatdar bi awayekî deryasayî bilind bû û ev yek dûrî pîvanên demokratîk in.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de Encûmena Serkirdatiya Yekgirtûyê dibêje paşê ew dê li ser baykotê biryara xwe diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst