Hêzên Tirkiyeyê 9 kadro û endamên HDPê girtin

07-10-2015
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistan Sêrt Eruh HDP Operasyon
A+ A-

Sêrt (Rûdaw) -  Yekîneyên Antî-Teror ên Asayişa Tirkiyeyê îro li bajarê Sêrt a Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 9 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtin.

 

Dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê îro 7ê Cotmehê belav kirin ku yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Asayişa Tirkiyeyê operasyonek li dijî ofîsên HDPê û malên endamên wê partiyê li bajarokê Eruh a girêdayî Sêrtê pêk anîn.

 

Li gor agahiyan, di operasyonên de 9 kadro û endamên HDPê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatin girtin û ber bi baregeha Rêveberiya Asayişa bajarê Sêrtê hatin veguhastin.

 

Hat zanîn, Hevserokê HDPê yê liqa bajarokê Eruhê Nimet Dayan ligel çend kadroyên pêşkevtî yên rêxistina xortan a HDPê jî di nava girtiyan de ne.

 

Li gor agahiyan ji medyayên Tirkiyeyê ve, hêzên ewlehiyê yên wî welatî di operasyona îro de dest danîne ser çendîn blegename, CD û harden kompiyoterê ku tê gumankirin belgeyên nihênî têde bin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandine, ku wan kadro û endamên HDPê têkilî û hevrêzî ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hebûne û xwestine çalakiyan encam bidin.

 

Di dawî pêşveçûnên Bakurê Kurdistanê de jî, duh 7ê Cotmehê danê şevê gerîllayên PKKê êrişî qereqola Eşmepinar a cendirmeyên tirk li bajarokê Başkala ya girêdayê parêzgeha Wanê kirin.

 

Hat ragihandin, gerîllayên PKKê otomobîleke bombekirî bi wê qereqolê ve teqandin û di encama êrişê de 11 cendirme, cerdewanek û welatiyekî sivîl birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst