Navenda Nûçeyan – Li navçeya Gimgimê (Warto) ya Mûşê, debara jiyana gelek kesan li ser xwedîkirina sewalan û bêrîvantiyê ye. Li vê herêmê bêrîvan serê sibeha zû ji bo dotina meh û bizinan bi hespan diçin bêriyê. Her wiha tevî ku bêrîvantî karekî zehmet e lê ji neçarî û ji bo debara jiyanê karê bêrîvantiyê dikin.
Li Gimgimê çanda bêrîvantiyê êdî kêm dibe. Bêrîvanên ku li taxa Hoşana Gimgimê dijîn, li hespan siwar dibin û diçin zozanan, pêz didoşin. Bêrîvan, şîrê ku didoşin dikine penêr û mast û difiroşin.
Bêrîvan piştî rêwîtiya ku bi qasî demjimêrekê dikişîne, digihêjin nav pez, dotinê dikin piştre şîr li hespan dikin û berê xwe didine malên xwe.
Bêrîvan Fatma Keser dibêje: “Niha li taxa me bi tenê 3 bêrîvan mane. Kes naxwaze bibe bêrîvan. Ciwan bixwazin jî êdî nikarin vî karî bikin. Her kes ajelên xwe difroşe û dikeve karekî bisîgorte. Li Gimgimê 10-15 kes mane ku vî karî dikin. Çend sal şûnde êdî em ê jî vî karî nekin. Em her rojê dixebitin. Di rojê de 2 caran diçin ku pêz bidoşin. Di demjimêr 11.00an de diçin û di demjimêr 14.00an de dizîvirin. Paşê di demjimêr 17.00an de diçin dîsa pêz didoşin. Rojên me wisa derbas dibin. Em karên paqijî û xwarinê yên malê jî dikin."
Tevî ku bêrîvantî karekî pir zehmet e jî lê hîna hinek jin vî karî dikin. Ew dibêjin ku çend hejmara bêrîvanan kêm dibe karê wan jî pir zehmetir dibe.
Bêrîvan Şehrîban Pektaş jî diyar dike: “Em jî êdî nikarin vî karî bikin. Fikra her kesî ew e ku ajelên xwe bifroşin. Dema ku hewa zêde germ be ajel diçin zozanên bilind. Em jî neçar dimînin, her rojê diçin cihên dûr. Dema ku hewa sar dibe ajel ber bi jêr ve tên û nêzîkî me dibin. Wê çaxê karê me bidawî dibe, em vedigerine malê û dest bi karê malê dikin.”
Her sal di heman demê de bêrîvan ji bo ku pezên xwe bidoşin berê xwe didine zozanan û pezên xwe didoşin, mast, penêr û rûnê nîvişk çêdikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse