Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand, ku derdora 10 hezar çekdarên DAIŞê li cem wan girtî ne, lewma ew pir girîng dibînin ku dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û bo wan çekdaran were avakirin.
Nûrî Mehmûd di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, daxwaz kir ku ew çekdarên DAIŞê li Kobaniyê ji aliyê dadgeheke navdewletî ve bêne darizandin. Nûrî Mehmûd herwiha got, heta vê gavê jî ti planeke civka navdewletî bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên li ba wan nîne.
Mehmûd diyar kir ku metirsiya wê yekê heye ku ji nû ve DAIŞê xwe ava bike û wiha pê de çû: “Ji roja ewilî ve heta niha çi stratejiyeke navnetewî, çi li ser asta Hevpeymaniya Navdewletî be yan jî li ser asta civaka navdewletî be, ji bo çawaniya serederîkirina li gel wan, radestkirin û dadgehîkirina wan terorîstan nîne. Her çend pirojeyên biçûk hebin jî ew yek nayê wateya ku ew xwedî stratejiyekê ne ku ligel terorîstan serederiyê bikin.”
Rûdaw: Gelo plana funcaw çî ye ji bo wan DAIŞiyên ku li girtîgehên Rêveberiya Xweser girtî ne, bi taybet ewên biyanî?
Nûrî Mehmûd: Piştî pêvajoyeke dûr û dirêj a berxwedana li hember terora DAIŞê û nehîştina wê ji aliyê cografî ve, hejmarek ji terorîstên xeter ku pêwîst dike li dadgehên navdewletî de dosye ji bo wan were vekirin, li bakurê Sûriyê û Rojava girtî ne, lewra jî dadgehîkirina wan kesan pêwîst dike ku li gor peymannameyên navdewletî be, di roja îro de jî di komcivîna navdeweltî de ya ku bi amadekariya saziya Navenda Rojava Bo Lêkolînên Stratejîk hatiye lidarxistin, gelek kesên pispor ku li ser vê mijara niha em behsê dikin, xwedî nêrîneke ciddî ne, ku nûneratiyên wan jî giringiya xwe heye, ji gelek welatan jî îro tevlî vê civînê bûne, ku bikarin nîqaş bikin û çareseriyekê pêş bixin. Bêguman di armancê de yan jî di nêrîna hevbeş a komcivînê de ku heta niha derketiye holê, dadgeheke navdewletî bo wan terorîstan were pêkanîn û bêne darizandin, ji ber ku wan ne tenê teror li hember Bakurê Sûriyê yan Sûriyê kiriye, lê wan li hember gelek welatan teror kiriye, şahid an jî kesên ku ji vê meseleyê zirar dîtine, îro di destpêka civînê de axivîn, hinek ji bakurê Sûriyê ango Rojava û ji Sûriyê bûn, hinek ji Iraqê yan Başûrê Kurdistanê bûn, hinek ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûn, hinek jî ji Parîsê bûn, ji welatên din ên cîhanê bûn ku wan zirar ji terora DAIŞê dîtine, lewra dadgeheke bi vî şêweyî pêwîst dike ku dadgeheke navdewletî be, li gor yasa û peymanên navdewletî be, ji bo ku bikarin mafê hemû welatiyên ji kîjan welatê cîhanê dibe, bistîne.
Hejmara wan çekdarên DAIŞê ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne çend e?
Bi diyarkirî û sed ji sedî em nizanin hejmara wan çend e, lê belê derdora 10 hezar terorîstên DAIŞê dibin ku xelkê Sûriyê nînin.
Pêşbîniya we bo vê kongreyê çî ye ku li Amûdê ji bo wan girtiyan hatiye lidarxistin?
Bêguman, Navenda Rojava Bo Lêkolînên Stratejîk îro pêşengiya pêvajoyeke giring dike, qenaeta bakur û rojhilatê Sûriyê, Rojava bi giştî ev e ku dadgeheke navdewletî bo wan terorîstan were pêkanîn, ew terorîstên ku îro li cem me ne, terorîstên navdewletî ne, ji aliyê serbazî be bi rêya Hevpeymaniya Navdewletî şer li dijî wan hate kirin, bêguman jî rola hêzên me yên weke YPG û YPJ di vê mijarê de cihekî xwe yê giring hebû, lê em dikarin destkevteke cîhanî li vê derê li hember teroreke navdewletî hat bidestxistin, lewra pêwîst e ku çareseriyeke navdewletî ji vê meselê re bê kirin, îro ew terorîst xwedî bîr û baweriyeke reş in.
Hûn dixwazin ew dadgeha navdewletî ya ji bo darizandina çekdarên DAIŞê, ku we behsa vê kir û di kongreya li Amûdê de behsa wê tê kirin, li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin an jî eger li derve be jî hûn razî ne?
Bêguman di vê kongreyê de dê bi îradeya xwe biryarê li ser vê mijarê bidin. Ya giring ev e ku ew terorîst li gor rewş, rêkevtin û peymanên navdewletî bêne dadgehîkirin û mafê her kesek û mirovekî ku ji wan terorîstan zirar dîtine, were standin.
Berê ji aliyê Rêveberiya Xweser a li Rojava yan jî Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Kobanî hatibû pêşniyarkirin, ji ber ku rewşa herî xirab a mirvoî li Kobaniyê çêbibû, tawana herî mezin a dijî mirovatiyê li Kobaniyê destpê kiribû. Bêguman îro jî hebûna wan terorîstan li Bakurê Sûriyê, vê giringiyê dide ku ew dadgeh li vê herêmê bê çêkirin, lê belê cîhan an kongre dikare îradeya xwe pêşkêş bike, û bêguman ji bo çareseriyê çi pêwîst dike, em weke bakurê Sûriyê ango Rojava amade ne.
Gelo lêkolîn li gel wan çekdarên DAIŞê hatiye kirin, yan dosyeyên wan di aliyê yasayî de amade ne ji bo lêkolînê? Yan hêj lêkolîn maye ku hûn bikin?
Lêkolîna bi terorîstên DAIŞê re bidawî bûye, lêkolîn jî di çarçoveya wan biryarên ku encûmenên yasayî yên kantonên Bakurê Sûriyê, Rojava derxistin, hatine kirin. Dikarim bibêjim ku hemû rêkar li Rojava, Bakurê Sûriyê di derheqê wan çekdaran de hatiye kirin. Dadgeh li gor Girêbesta Civakî ku li Bakurê Sûriyê pêkhatiye, biryarê di derheqê wan de didin, lê ya ku pêwîst e ev e ku li gor yasayê û peymanên navdewletî di dadgeheke navdewletî de bêne dadgehîkirin, di vê civînê de jî amaje bi vê mijarê hatiye kirin.
Aya çekdarên Kurd jî di nav wan DAIŞiyan de hene?
Bêguman Kurd jî di nav wan de hebûn, nêzîkatiya bi wan e jî li gor biryarên ku li Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweser hene, bûye û bêyî ku nasname yan zimanê wî yan milletê wî cuda bê girtin, weke terorîst serederî li gel wan tê kirin.
We çi ji wan re kiriye, gelo ew we radestî welatên wan kirine ku jê hatine?
Bêguman ew jî di girtîgehan de ne, li dadgehan li gor biryarên Rêveberiya Xweser a li Bakurê Sûriyê serederî li gel wan tê kirin.
Lêçûna wê hejmara mezin a çekdarên DAIŞê di stuyê hêzên hevpeymanan de ye yan Rêveberiya Xweser li ser erkê xwe lêçûyan dide?
Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî di pêvajoya jinavbirina DAIŞê de ya di milê leşkerî de, xwedî stratejiyek û bernameyeke demdirêj bûye heta bidawîhatina DAIŞê, weke hêzên me yên ji YPG û YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, xwedî stratejiyeke hevbeş bûne di warê serbazî de bo bidawîanîna DAIŞê.
Ji roja ewil ve heta îro stratejiyeke navdewletî çi li ser asta Hevpeymaniya Navdewletî be, çi li ser asta civaka navdewletî be, ji bo çawaniya seredarî yan radestkirin û dadgehîkirina wan terorîstan tune ye. Eger cara caran projeyên biçûk û bilez ên alîkariyê hebin bo çareserkirina vê mijarê, ev nayê vê wateyê ku xwedî stratejiyekê bin ji bo çareserkirina vê meseleyê.
Ew çekdarên biyanî yên DAIŞê ku hatine girtin, bêtir ji kîjan welatî ne?
Piraniya wan, herî zêde û bi pileya yekê ji Tirkiyê ne, ku pêşengiyê dikin.
Mebesta te, ew kes çekdarên Tirk in an jî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve piştevanî li wan hatiye kirin? Wek netew piraniya wan ji kîjan welatî ne?
Hejmara herî zêde ya terorîstan, ew in ku ji Tirkiyê ve hatine, wate nasname ango regeznameya Tirkiyê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse