Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiye (PDK-T) gotinên Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ên derbarê tifaqa partiyên Kurdistanê de rexne kirin.
Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ku ji Hareketi Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û PSKê pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu neheqî li wan kiriye.
Li gor daxuyaniya partiyên navborî Mustafa Karasu di hevpeyvînekê li gel medyaya nêzîk PKKê de sedema serneketina hevdîtinên Partiyên Kurdistanî û HDPê bo tifaqê, wekî desteke derve karvedan kiriye û herwiha wan partiyan daxwaza hejmareke zêde ya kursiyan ji HDPê kiriye nîşan dide.
Ew partî tekez dikin ku yan Mustafa Karasu rastiyê nabêje, yan çewt hatiye agahdarkirin yan jî bê ku zaniyarî bidestxistiye diaxive.
Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan diyar dike ku wan ti caran hejmara kursiyên bo parlamentoya Tirkiyê nekirine bazara tifaqê û her tim giranî dane protokola siyasî, xebatên pratîk û prensibên bingehîn.
Tifaq van pirsan ji Karasu dike: “Mustafa Karasu dizane li ser protokolên navborî tenê li hev kirine lê ew îmze nekirine? Gelo dizane HDPê di karnameya xwe de cih nedaye li ser xalên me li hev kirine û amaje bi nirxên me yên netewî nekiriye?
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Eger Mustafa Karasu bixwaze kê midexale kiriye bila li gotinên xwe binêre. Çimkî wî bixwe gotibû ‘HDP partiyeke Tirkiyeyî ye ku kurd jî dengê xwe didinêç Lewma niha ne dema wê ye ku HDP bi van partiyan re li ser hinek bingehîn siyasî li hev bike.’
Di serdemê ku li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi hevkariyeke siyasî ya berfireh heyî de bila Musta Karasu û hevalên xwe hinek din hesas tevbigerin û bila xwe ji gotin û kiryarên bo tifaqê bibe astengî dûr bixin.”
Li Bakur partiyên 5 qolî ku ji PAK, PSK, PDK, PDK-Tirkiye û Hereketa Azadiyê pêk dihat, ji bo îtifaqa bi HDP'ê re çend hevdîtinan kirin lê ev hewldana wan û HDP'ê ya îtifaqê neçû serî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse