DÊRSIM - Projeya çêkirina kargeha paşmayan hat protestokirin

07-04-2022
Ali Haydar Gozlu
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyên li gundê Tuluk, Axdat, Şagşek, Çinarlî û Sûwatê dijîn ji bo betalkirina projeya çêkirina kargeha paşmayan a li gundê Tuluk li pêş Şaredariya Dêrsîmê kom bûn û daxuyanî dan.

Niştecihên herêmê ji Şaredarê Dêrsîmê Fatih Mehmet Maçoglu daxwaz kirin rêz li îradeya wan bê girtin û proje bê betalkirin.

Niştecihê Gundê Tuluk Yilmaz Çelik got: “Birêz Maçoglu, we di sozên xwe yên hilbijartinê de 31ê Adara 2019an gotibû, ku `em ê bajêr bi meclîsan birêve bibin.` Li ser soza xwe bisekinin. Projeye zibil bînin meclîsa gel a Tulukê. We gotibû, ku `wêrankirina xwezayê tawan e. Baş e, hûn ji 55 hezar dar çi dixwazin? Hûn dixwazin bi birîna 55 hezar daran tawanê bikin. Xelkê Tulukê hem naxwaze hûn tawanê bikin û hem dixwaze daristana xwe biparêze. Heta dereng nebûye guhê xwe bide xelkê.”

Di nav de Şaredariya Dêrsîmê, 5 şaredarî dixwazin li gundê Tuluk yê Dêrsîmê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha paşmayan çêbikin.

Jîngeparêz û gundiyên herêmê li dijî projeyê derdikevin û bi hinceta ku dê jîngeh û ajelên kovî zerarê bibînin,  dawxaza rawestandina projeyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst