Li Rojavayê Kurdistanê projeyên xizmetguzariyê tên bicihkirin: ‘Em li benda budçeyê ne’

07-03-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê projeyên xizmetguzariyê tên bicihkirin
Li Rojavayê Kurdistanê projeyên xizmetguzariyê tên bicihkirin
Nîşan Rêveberiya Xweser Xizmetguzarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, komîteyên xwecihî di bicihkirina projeyên xizmetguzariyê de berdewam in.

Li bajarê Tebqayê yê rojavayê parêzgeha Reqayê, Komîteya Xwecihî ya Rêveberiya Xweser dest bi nûjenkirina hêla avrêja bajêr kiriye ku di şerê DAIŞê de têk çûbû.

Hevserokê Komîteya Xwecihî ya Tebqayê EbdulHemîd El-Ebdûlî got:

“Ji destpêka sala 2024an, me bal kişand ser projeyên jêrxanê û yên herî girîng jî projeyên avrêjê. Di demsala zivistanê de hêlên avrêjê ji ber baranê û lehiyan tên nûkirin.

Em niha li çend cihan hêla avrêja Tebqayê bi dirêjahiya 150 kîlometreyî nûjen dikin ku berê jî me 200 kîlometre nûjen kiribûn.

Bi dirêjahiya salên borî heta niha me nêzîkî 10 hezar kîlometre hêlên avrêjê li bajarê Tebqayê nûjen kirine, hem ji ber kevnbûnê ji nav çûbûn û hem jî ji encama şerê DAIŞê têk çûbûn.”

Ji aliyê xwe ve Beşa Plandanîn û Amaran a Encûmena Cîbicîkar a Reqayê dest bi bicihkirina encamên projeya serjimêriyê di çend warên xizmetguzariyê de kiriye.

“Em li benda budçeya 2024an e”

Serokê Ofîsa Plandanînê ya Reqayê Xalid Ebdullah jî anî ziman:

“Biryar hat dayîn ku destpêka sala 2024an em dest bi bicihkirina projeya serjimêriyê bikin. Niha me dest bi bicihkirina encaman li ser projeya belavkirina nan kiriye.

Me herwiha dest bi dabeşkirina kertên sotemeniyê li ser kesên ku navên xwe tomarkirin kirine û hemû amarên girêdayî sektora çandiniyê.

Hevdem biryar hatiye dayîn 2024an bi armanca berhevkirina data û amaran em dest bi projeya amar û serjimêriya saziyan bikin da ku bikaribin pêşwext destwerdanê bikin an karekî pêşwext bi cih bikin, tenê em li benda budçeya 2024an dimînin.”

Li gorî Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser sala 2024an bi dehan projeyên di warên enerjî, av, tenduristî, perwerde, rê û pir, çandinî û bazirganiyê de li her heft kantonên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakurrojhilatê Sûriyeyê dê bên bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst