Li Wanê aşût bi ser xaniyekî de hat

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qelqeliyê ya Wana Bakurê Kurdistanê aşût, bi ser xaniyekî de hat û zerer gihand xanî.

Li taxa Seydîbeyê ya navçeya Qelqeliyê, aşût bi ser xaniyê welatiyê bi navê Alî Îzgî de hat.

Di bûyerê de ti zererên canî çênebûn lê zerereke zêde gihişt xaniyê welatiyê navborî.

Alî Îzgî derbarê bûyerê got:

“Me destpêkê nizanî çi çêbû. Me dengekî bilind bihîst. Keça min got xaniyê me hildiweşe. Em yekser derketin derve.

Di wê demê de me dît ku aşût bi ser xaniyê me de hatiye. Gov û xaniyê me di bin berfê de man. Dîwarên xanî zerer dît. Em li mala cîranan bicih bûne û li benda hatina tîman in.”

Çend roj in li piraniya parêzgehên Herêma Serhedê berfeke zêde dibare. Barîna berfê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst