HDP piştî êrîşa PKKê ya li Çemankê: Ji bo aramî û aştiyê çi bikeve ser milê me em amade ne

06-11-2020
RÛDAW
Nîşan HDP PKK Pêşmerge Çemankê Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Ebru Gûnay têkildarî rewşa piştî êrîşa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmerge li bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê ragihand, “Metirsiya şerê navxweyî di navbera Kurdan de ji bo me û gel cihê xemgînî û fikarê ye.”

Ebru Gûnay îro navenda HDPê ya li Enqerê daxuyaniyek da medyayê û derbarê metirsiya çêbûna şerekî navxwyî di navbera hêz û aliyên Kurdî de axivî û got, “Metirsiya şerê navxweyî di navbera Kurdan de ji bo me û gel cihê xemgînî û fikarê ye. Gel çaverêyî azadî û yekîtiyê ye, şerê navxwe û aloziyê naxwaze.

Gûnay amaje bi wê yekê kir, ku gelê Kurd ji bo deskeftiyên xwe têkoşînek mezin kiriye û got, “Ji bo destkevtan bi salan e têkoşîn tê kirin. Şerê navbera Kurdan, destkevtan dixe metirsiyê.”

Gûnay herwiha diyar kir, ew pêşhatan ji nêzîk ve dişopînin û da zanîn, Kurd nikarin wê sedsalê jî winda bikin.

Berdevka HDPê destnîşan kir: “Mijareke me ya giring rewşa li Başûrê Kurdistanê ye geşedanên dawî li Başûr mixabin me hemûyan xemgîn dike, ne şerê navxweyî, îhtîmala şerê navxweyî jî gelê me û me dixe nav metirsiyan. Gel li benda azadiyê ye, li benda yekîtiyê ye, ne li benda şer û aloziyên navxweyî ye. Mixabin aloziyên di navbera hêzên Kurd û Kurd de, hemû destkeftiyên Kurdan jî dixe bin metirsî û xeteriyên mezin. Gelê Kurd ji bo wan destkeftiyên xwe têkoşîneke pir mezin da, bi salane gelek bedel hatine dayîn, şansê Kurdan nîne ku vê sedsalê jî winda bike. Ji bo wê jî em geşedanên li Başûr bi xemgînî û bi fikar dişopînin. Em îro dibînin ku gelê Kurd li her parçeyî bi êrişên mezin re mixabin rûbirû maye, dewletên derdorê dixwazin vê sedsalê jî Kurdan bê maf bihêlin, lewma jî naxwazin Kurd yekîtiyên xwe pêk bînin, dixwazin Kurd belav bin û parçe bin, ji bo wê jî nakokiyên navbera Kurdan mezintir dikin. Rêveberên Kurdan, partî û saziyên Kurdan li hember wan polîtîkayan îro di bin berpirsyariyeke dîrokî de ne, her kes li beramber dîrokê û li bermaber milletê Kurd berpirsyar e, erka sereke ya hemû sazî, alî û partiyên Kurdan bihêzkirina diyaloga nav Kurdan e, divê hemû partî îro zêdetir ji bo avakirina yekîtiya navnetewî bixebitin. Ne dema şerê navxweyî ye, dem dema parastina destkeftiyên Kurdan e, dem dema yekîtiya Kurdan e.”

Ebru Gûnay li ser navê HDPê daxwaza diyalog û danûstandinê li hemû aliyên Kurdî kir û destnîşan kir, ku di vê rewşa niha de ji bo yekîtiya Kurdan çi bikeve ser milê HDPê, ew amade ne ku pêk bînin.

Gûnay wiha axivî: “Em bang li serokên Kurdan dikin ku bibin pêşengê yekîtiyê. Divê Kurd ji her demê zêdetir bi hev re di nava diyalogê de bin. Ji bo aştî û aramiyê, weke HDPê çi dikeve ser milê me, em amade. Li ser vî esasî em dikarin xebatekî bimeşînin. Careke din em ji hemû aliyên Kurd re dibêjin, dem dema yekîtî û azadiyê ye.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li sînorê bajarokê Çemankê di êrişa PKKê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, di daxuyaniyekê de bi fermî piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

Ew êrîşa PKKê ya li dijî Pêşmerge, rastî gelek karvedanan hat, Wezareta Derve ya Amerîkayê, hikûmet û parlamentoya Iraqê, hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi tundî ew êrîşa PKKê şermezar kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst