Li Germiyan 20 kes bi koronayê ketin

06-06-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Germiyan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 20 pêketiyên din ên koronayê li nav sînorê herêma Germiyan hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di berdewamiya wergirtina pişkinînên koronayê de, 20 haletên nû yên tûşbûna vîrusa COVID-19 li sînorê Germiyanê hatine tomarkirin ku 4 her îro kesên din jî bi koronayê ketibûn ligel vê hejmara îro gihîşt 24 kesan.

Wezareta Tendirustiyê dibêje 10 ji wan tûşbûyan zilam in, 2 jin in û 2 kurê genc in û 6 jî zarok in.

Li gor daxuyaniyê, 2 ji tûşbûyan bijîşk û karmendên tendirustiyê ne û berkevtiyên tûşbûyên berê ne, herwiha pêketiyên din berkevtiyên 2 pêketiyên ji Bexdayê vegerina.

Li ser asta Herêma Kurdistanê jî hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîştiye gihîşt hezar û 116 kesan, ku 448 kes ji wan baş bûne û 19 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst