Di meha remezanê de jiyana koçeran

06-06-2018
RÛDAW
Nîşan Koçer Riha Zozan Remezan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Rihayê jiyana koçerên ku di konan de dijîn û ji bo çêrandina ajelan xwe mecbûrî cih digûherînin, di meha remezanê de bizehmetir dibe.

 

Di demsala zivistanê de koçerên ku li deştên bajêr ajelan xwe diçêrînin bi germbûna hewayê berê xwe didin deverên bilind ên bajêr.




Koçer piraniya salê di konan de dijîn û ji ber ajeldariyê jî zêde cih digûherînin û ji gelek derfetan bêpar dimînin.




Ji koçerên ku havînê li deverên bilind ên Qerejdaxê dimînin jiyan di meha remezanê de piçek bizehmettir dibe. Lewra xwediyên pez ên ku piraniya rojê bi keriyên xwe re eleqeder dibin û bo wan ji bîrên 10 metro kûr in jî bi sîtilan avê dikşînin. Li çolê mêr bi piranî bi heywanên xwe re eleqeder dibin û kevanî jî di konan de ji bo fitarê amadehiyan dikin.





Serokê Komeleya Koçerên Qerejdaxê Hamza got ku ajeldarî karekî bizehmet e û vî karî wek koçerî domandin hêj bizehmetir dibe û axaftina xwe wiha domand: "Di qada ajeldariyê de keda me gelek e. Li quntarên Qerejdaxê û zozanan koçer him îbadetên xwe dikin û him jî kar û barê xwe dibin serî. Bi rastî jî zor e lê digel vê em vî karê wek mîrate ji bav û kalan bo maye, naxwazin berdin. Bişev û roj bi heywanan re eleqedar dibin karekî hêsan nîne herkes nikare bike. Rojê du danan tên dotin û ji bo ajelan av tê kişandin. Ji gelek derfetan bêkar in, rewşeke pir bi zehmet e."



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst