Cenazeyê yek ji 3 ciwanên ku di Çemê Mûnzûrê de winda bibûn hat dîtin

06-05-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Çemê Mûnzûrê Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Cenazeyê yek ji wan 3 ciwanên Amedî yên ku otomobîla wan ketibû Çemê Mûnzûrê ya Dêrsimê winda bibûn, hat dîtin. Cenazeyê ku hat derxistin ya Baran Aslantaş ê 22 salî ye, bi ambûlansê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat birin, lêgerîna 2 ciwanên din ên winda berdewam dike.

Otomobîl a ku Mehmet Can Demîral (22), Azat Demîral (21) û Baran Aslantaş (22) tê de bûn ji Amedê ji bo derê ber bi Dêrsimê ve diçû û di 21ê Nîsanê de li 40emîn kîlometreya rêya Pulurê kete Çemê Mûnzûrê û winda bû.

Piştî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin, îro Şemiyê 6ê Gulana 2023an cenazeyê Baran Aslantaş ê 22 salî li herêma Miskisag a ser rêya Pulurê di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin.

Cenazeyê ku ji aliyê tîmên lêgerînê ve ji avê hat derxistin, bi ambûlansê ji bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hat birin.

Li aliyê din lêgerîna Mehmet Can û Azat Demîral bi beşdariya gelek tîman hem li Çemê Mûnzûrê û hem jî li Bendava Uzunçayirê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst