Di navbera Dîlok û Hewlêrê de geştên asmanî dest pê dikin

06-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştên asmanî di navbera bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û paytexta Herêma Kutrdistanê bajarê Hewlêrê de destpê dikin.

Derbarê mijarê de Walîtiya Dîlokê daxuyaniyek belav kir.

Walîtiya Dîlokê diyar kir ku roja 15ê Gulana 2021ê geştên asmanî di navbera Dîlok û Hewlêrê de destpê dikin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, her heftiyê dê sefer bên kirin.

Bajarê Dîlokê ku li Bakurê Kurdistanê wek bajarê pîşesaziyê jî tê zanîn, di salê de 7 milyar dolar hilberînên pîşesaziyê ber bi 187 dewletên cîhanê  ve hinarde dike

 Herwiha bajarê Dîlokê bi 5 herêmên Organîzê yên Pîşesaziyê, kelûpelên avasaziyê, textîl, hesin, plastîk û hilberînên xwarinê herî zêde difroşe nav bazarên Başurê Kurdistanê. 

Bi 5 Herêmên Organîze a Pîşesaziyê û 1452 kargeh û kompaniyên xwe bajarê Dîlokê navenda pîşesaziya Bakurê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst