Nêçîrvan Barzanî derbara erdhejê de peyam da: Fikr û duayên min bi malbatên mexdûrên erdhejê re ne

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Erdheja Mereşê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê derbarê erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê peyamek peyamek kir û ragihand, fikr û duayên min ligel wan kesan e ku erdhejê bandor li wan kiriye.

Îro Duşemê 6ê Sibata 2023, erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Li Herêma Kurdistanê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) derbarê erdheja Mereşê de ragihand ku li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 76 kesan canên xwe ji dest dane û 440 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên fermî, heta niha 42 paşlerze piştî erdheja mezin a li navçeya Bazarcixa Mereşê hatine tomarkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê peyamek li ser Twîtterê belav kir û ragihand: “Fikr û duayên min bi wan kesan re ye ku erdheja îro sibeha zû navçeya me hejdand bandor li wan kiriye. Ez sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên qurbaniyan re dixwazim, ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.”

 

 

Li gor navenda jeofîzîk a Amerîkayê, navenda erdheja îro li navçeya Bazarcixa Bakurê Kurdistanê û di kûrahiya 24.1 km de bûye.

Erdheja îro herwiha li welatên din ên navçeyên yên wek Iraq, Sûriye, Lubnan, Îsraîl, Qibris û Misirê jî hatiye hîskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst