Şaredarî termê 90 çekdarên DAIŞê dide axê

05-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk DAIŞ Goristan
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Şaredariya Kerkûkê amadekariyan dike da ku termê 90 çekdarên DAIŞê yên ku di dema êrîşa 21ê Cotmehê de hatibûne kuştin, li qebristana bêkesan bispêre axê.

 

Pizîşkî Dadî yê Kerkûkê mînakên DNAyê ji 90 termên çekdarên DAIŞê wergirtiye û biryare ku wan radestê Şaredariya Kerkûkê bike. Şaredariya Kerkûkê jî ji bo wan terman li beşa bêkesan a goristana mezin veşêre, amadekariyan dike.

 

Derbarê mijarê de Rêveberê Ragihandina Fermengeha Tensurustî ya Kerkûkê Husên Sabîr ji Rûdawê re got: “Ji ber ew çekdar nenaskirî ne û misoger e ku ti kes daxwaza terman nake, em jî rêşûnên yasayî pêk tînin. Mînakên DNA digrin, kod didin wan û paşî ji bo binaxkirinê didin şaredariyê.”

 

Her çend bi dilê serpereştê goristana Mezin a Kerkûkê Şêx Elî nîne ku termê çekdaran li vê goristanê bê veşartin jî ew dibêje, neçar in ku li gorî yasa, exlaq û şerîetê nêzîk bibin.

 

Şêx Elî ji Rûdawê re got: “Di ola îslamê de li hember termê wan kesên ku xwîna mislimanan rijandine, çawa danûstandin hatine kirin, emê jî wan wisa veşêrin. Çimkî Pêxemberê Îslamê nehiştiye ku sivikatî bi termê dijminan bê kirin û lebatên wan bên birîn.”

 

Roja 21ê Cotmeha 2016ê komek çekdarên DAIŞê êrîşî navenda bajarê Kerkûkê kiribûn. Di encama şer û pevçûnan de 90 çekdar hatibûne kuştin û termên wan ketibû kolanan.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst