Mirina bikom a mêşên hingiv li Dêrsimê bûye pirsgirêkek mezin

05-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Dêrsim Mêşên hingiv Hengvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê diyardeya mirina bikom a mêşên hingiv hengvan nîgeran kirine. Bi armanca destnîşankirina sedema mirina bikom a wan mêşên hingiv, kesên pispor ji çendîn zanîngehên Tirkiye û Kurdistanê dest bi lêkolînan kirine.

 

Di demekê de ku hengvan amadekariya demsala zivistanê dikin, mirina beşeke zêde ya mêşên hingiv, ew nîgeran kirine.

 

Hengvanên Dêrsimê li beramber mirina mêşên xwe bêçare ne û amaje bi wê yekê didin ku di salên derbasbûyî de jî diyardeya mirina mêşên hingiv hebûye, lê ne hewqasî zêde ku bandoreke zêde li wan bike.

 

Xidir Soylemez û Elî Kahraman du hengvanên xelkê Dêrsimê ne, ku rastî mirina bikom a mêşên xwe yên hingiv hatine û ji wê rewşê bi gilî û gazinde ne.

 

Ev hengvanên han nîgeran in û dibêjin, nêzîka ji sedî 50 hengên wan mirine û daxwaz dikin ku lêkolînên zêdetir derbarê mijarê de bên kirin ka gelo sedem çî ye.

 

Piştî zêdebûna gilî û gazinan ji aliyê hengvan an mêşvanan ve, şandeke pispor ji zanîngehên Uludag, Gurgum, Hatay, Çewlig û Serokê Giştî yê Yekîtiya Hengvanên Tirkiyê serdana navçeyê kirin û derbarê mijarê de lêkolîn kirin. Serokê Yekîtiya Hengvanên Dêrsimê ku di heman demê de Cîgirê Serokê Yekîtiya Hengvanên Tirkiyê ye, dibêje li benda encamên lêkolînê ne.

 

Cîgirê Serokê Yekîtiya Hengvanên Tirkiyê, Kazim Dogan jî li ser vê mijarê dibêje: "Em li ser wan giliyan hatin ku li Yekîtiya me hatine tomarkirin. Me ligel mamostayên xwe li parêzgehên Xarpêt, Meletî, Çewlig û Dêrsimê lêkolîneke meydanî kir. Tişa di lêkolîna meydanî de ber cave me ket belavbûna corekî nexweşiyê ye ku jêre tê gotin Varova Nusema di nav mêşên hingiv de û evna jî bi demsalê ve girêdayî ye. Bêguman encam ji aliyê mamostayên me ve ji raya giştî re tên eşkere kirin. Herwiha hinek hengvanan bê mohlet derman bikar anîne."

 

Li Dêrsimê ji ber xwezaya dewlemend û bi sedan corên giya û kulîlkan, 600 hengvan û 66 hezar û 221 şane yan kiwarkêm mêşan hene. Lê di demekê de ku hengvan amadekariya demsala zivistanê dikin, mirina beşeke zêde ya mêşên hingiv, ew nîgeran kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst