Ji ber bombebarana Tirkiyê dibistanên Berwarî Bala nehatine vekirin

05-10-2018
KARWAN ELÎ
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bombebaran Tirkiye PKK Şer Dibistan Duhok
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Dibistanên gundên ser bi devera Berwarî Bala li Duhokê ji ber şerê Tirkiyê û PKKê nehatine vekirin. Piraniya gundiyên deverê reviyane û xwendekar ji ber tirsa bombebaranan ji bo xwendinê venagerin.

 

Di roja 2yê vê mehê de (02-10-2018) zengila dibistanan lê da, lê dibistanên 10 gundên li devera Berwarî Bala hatine girtin. Firokeyên leşkerî yên Tirkiyê li ser navçeyê digerin û dengê topên dûravêj jî li wê navçeyê bi berdewamî tên bihîstin.

 

Gundê Aqarî ku gundekî dûr ê Xristiyanan e û bi ser nahîyeya Kanî Masiyê ve ye, ev 3 roj in bi berdewamî dişewite. Aloziya rewşa emnî ya li vê deverê bûye sedema wê çendê, ku ji hemû aliyan ve bandorê li jiyana wan dike.

 

Şilîmûn Esqiye, ku akinciyê gund e, dixwaze cihê topa topxane ya leşkerên Tirkiyê nîşan bide û dibêje, min dengê wê topê bihîst.

 

Esqîye ji Rûdawê re ragihand, ku li gund ne dibistan û ne jî xwendekar maye û got: “Medrese jixwe nema. Yek talib û xwendekar nema. Ez ji te re bibêjim, mirov nema, îcar medrese dê çi bikin. Ev gundên li ber van saçman bijîn, ew dê çawa li vê derê bimînin. Wê roja ev topa li vir ket, nêzikî 30 û tiştek mal li vir hebûn. Niha em mane 10 mal, ew jî hemû pîremêr û pîrejin in.”

 

Li devera Berwarî Bala zêdetirî 61 gundan hene. Beriya niha 40 ji wan avedan bûn û dibistan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve lê hatibû avakirin. Lê şerê artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê bû sedema terikandina gundan û xelk koçî navenda bajaran bikin û proseya xwendinê jî li deverê ketiye ber metirsiyê.

 

Gundiyekî ji gundê bi navê Edinê ji Rûdawê re da xuyakirin, ku li gorî zanyariyên wî ji rêveberê dibistanê wergirtine li gundê wan 96 xwendekar hebûn, lê ev 2-3 sal in bi yekcarî ve deriyê dibistanên herdu gundên Edinê û Seyaroyê hatiye gitin û niha jî tenê xwendekarek jî tê de tune ye.

 

Xwendekarekî jî herwîha destnîşan kir, ku topbaranên li deverê tirs û bandoreke gelekî mezin li xwendinê kiriye.

 

Di 5 salên derbasbûyî de zêdetir ji 400 xwendekarên deverên sînorî xwe veguhestine dibistanên komelgeh û navenda bajarê Duhokê.

 

Ji aliyê din ve topbaran û bombebaran bûne sedem, ku mamosteyên girêbest û tayînkirî jî neçin gundên li ser sînor û perwerdeya Duhokê jî di hewl de ye, daku pirsgirêkên dibistan ên deverên sînorî çareser bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst