Navenda Nûçeyan – Çend partiyên Bakurê Kurdistanê şîna Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî datînin.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî 3yê Cotmeha 2017ê li Almanya koça dawî kir.
Roja înê 6ê Cotmeha 2017ê cenazeyê Mam Celal Talebanî bi awayekê rasterast bi firokeyeke taybet ji Berlînê ve bo Silêmaniyê tê şandin.
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadî û Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP) û Hereketa Azadî roja yekçemê 8ê cotmehê li Amedê saet:11.00-17.00an, li Mala Şînê ya Batikentê(Mala Şînê ya Dîcleyê ya berê) taziya Mam Celal datînin.
Herwiha PAK li hinek navendên xwe jî, şîna Mam Celal datîne.
PAK li Stenbolê 7ê cotmehê saet-saat:11.00-17.00 li avahiya xwe şîna Mam Celat datîne. Li avahiyên PAKê ya Wanê roja 8ê cotmehê, li Mûşê roja 7ê cotmehê, li Êlihê 8ê cotmehê û li Îzmirê jî roja 8ê cotmehê berpirsên PAKê dê ji bo şîna Talebanî amade bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse