Fermandarekî Pêşmerge ji ber pêvedana mar mir

05-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serheng Rostem Sofî (42) ê Fermandariya Pêşmergeyên Spilkê fermandar ji ber pêvedana mar canê  xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Şeqlawa Mihemed Akoyî ji Rûdawê re ragihand ku Rostem Sofî bi pêvedana mar birîndar.

Mihemed Akoyî diyar kir ku Rostem Sofî di dema bo nexweşxaneyê dihat veguhestin de di rê de canê xwe ji dest da.

Bi gotina Akoyî cenazeyê serheng Rostem Sofî rakirine Saziya Tipa Dadê ya Hewlêrê.

Fermandarê Pêşmerge Sofî, ku li bajarokê Herîr ê navçeya Soran a Hewlêrê dima, zewicî bû û bavê 4 zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst