Bi nêzbûna Cejnê Qurbanê bazara ajelan germ bû

05-08-2018
RÛDAW
Nîşan Riha Cejin Ajel Qurban Bazar
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bi nêzbûna cejnê bazara ajelan lê tên firotin geş bû.




Welatiyên dixwazin pez û dewaran bikirin diçin bazara ajelan a ku li Taxa Yenîceyê ye. Kiryar li vê derê bi esnafan re dest bi bazarê dikin û piştî hewleke mezin ajelê xwe yê qurbanê dikirin. Li bazarê bihayê pêz ji 1000 lireyî (200 dolar) û yê dewaran jî ji 8 hezar lireyê (1600 dolar)  dest pê dike.

 



Serokê Komeleya Bazara Ajelan a Rihayl Îzzet Çîftçî daxuyanî da û got ku li bazarê qelebalixî roj bi roj zêdetir dibe û wiha pê da çû: "Eleqeya welatiyên me gelekî baş e. Li vê derê li gorî pereyê her kesî ajel hene. Ji bo pêşveçûna ajeldariyê daxwaza me ji welatiyên me ew e ku bila ajelên mê nekirin. Hin kes dibêjin îsal ajel zehf biha bûne. Ev rast nîne. Tiştekî wisa tuneye. Bihayê me li nêzî bihayên par in. Ez her kesî dawetî bazarê dikim."




Ji esnafan Mehmet Kiliç jî got ku ew niha ajelên xwe baş difiroşin û wiha domand: "Karê me şikûr niha baş e. Esnaf jî welatî jî memnun in. Kîloya goşt a pez û dewarên nêr 20 lire ye, yê ajelên mê jî bi qasî 16-17 lireyî ye. Bihayê pezekê ji hezar lireyî dest pê dike. Em ji ber cejnê serê sibê di seat 05.00an de tên vê derê û di saet 18.00an de jî diçin malên xwe. Em dê heta roja duyemîn a cejnê bi vi awayî bixebitin."




 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst