Berbijêrê YSPê yê Amedê: 7 sal in em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene

05-05-2023
Abdulselam Akinci
Berbijêrê YSPê yê Amedê: 7 sal in em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene
Berbijêrê YSPê yê Amedê: 7 sal in em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene
Nîşan Mehmet Emîn Aktar
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar bû mêvanê Rûdawê û got, “Ev 7 sal in wê dawiyê em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene. Rêveberiya navendî şaredarên me ji kar dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan.”

Serokê berê yê Baroya Amedê, Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Mehmet Emîn Aktar bû mêvanê bernameya "Berbijêr" a Rûdawê û bersiva pirsên Abdulselam Akinci da.

Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku ji bo parlementeriyê teklîf ji wî re hatiye û got, “Parlamento bê xuya dike ku dê hiqûqeke nû ava bike. Ez bawer im dê bar zêdetir bikeve ser milên hiqûqnasan.”

Aktar di bersiva pirsa “Pirsgirêkên sereke ya ku divê bên çareserkirin kîjan in?” got, “Bi wê yekê ve girêdayî ye ku hûn ji ku lê dinêrin. Dema mirov ji Bakurê Kurdistanê binêre, tu yê bêjî Pirsa Kurd pirsgirêka sereke ye. Çima pirsgirêka sereke? Ji ber ku 100 sal in Kurd bêstatu ne û li vê derê ji desthilatdariyê sûdê wernagirin.”

“Pêwîst e Kurd bi awayekî ji desthilatdariyê sûdê werbigirin”

Aktar anî ziman, “Desthilatdarî ji Kurdan napirse hûn dixwazin bi kîjan zimanî perwerde bibin. Desthilatdarî napirse tu li kolanê xwe kîjan navî datînî, desthilatdarî napirse, ez navê gundê te diguherînim, riza te heye yan na. Divê Kurd bi awayekî ji desthilatdariyê sûdê werbigirin, eger nebe Pirsa Kurd çareser nabe.

Ev dê çawa be? Tu dema Destûra Bingehîn amade bikî, tu dikarî bêjî, rêveberiyên herêmî desthilatên wan zêde bikî, ev bi awayê xweserî be, otonom be, binav bikî û garantiya wan hebe. Ew dikarin li ware xwe perwerdeya xwe bi kîjan zimanî dixwazin, bi wî zimanî bikin, şaredariyên xwe bi xwe birêve bibin.”

“Ev 7 sal in wê dawiyê em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene”

Aktar got, “Ev 7 sal in wê dawiyê em li bajarên xwe ne rêveber in, qeyûm hene. Rêveberiya navendî şaredarên me ji kar dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan.

Li aliyê din ciwanên me hene, nifûsa me zêde dibe. Piraniya xebatkarên şaredariyan ji derve hatine anîn. Yanî kar jî nadin kurdan. Em dibêjin bila ev bajar bi xwe biryara xwe bide.

“Ez ê berî her tiştî serê xwe bi Pirsa Kurd re biêşînim”

Aktar anî ziman ku heger were hilbijartin ew ê çareseriya Pirsa Kurd esas bigire û got, “Ez parêzer im, mafperwer im. Mafê vî gelî çi be ez ê biparêzim. Ez ê berî her tiştî serê xwe bi Pirsa Kurd re biêşînim.”

Aktar destnîşan kir ku wek Partiya Çep a Kesk ew ê nêzî 100 parlamenteran bişînin parlamentoyê û got, “Em dixwazin li Amedê 12 parlamenteran, yanî hemûyan bi dest bixin.”

Aktar anî ziman ku ew ji helbestên Kurdî hez dike û got, “Ez jî Arjen Arî jî hez dikim, ji Fatma Savci jî hez dikim.”

Aktar her wiha diyar kir ku ew bi taybetî jî li dengbêjan guhdarî dike û anî ziman, “Dema tu li otomobîla min siwar bibî dê yekser dengê dengbêjan were te, bi taybetî jî ji Şakiro hez dikim.”

Aktar li ser bibîrxistina ku Sezgîn Tanrikulu berbijêrê rêza 1emîn ê CHPê yê Amedê ye got, “Helbet em hev nas dikin. Wî tercîha xwe di partiyeke Kemalîst de kiriye. Helbet her kes di tercîha de serbest e lê em li ser şexsan siyasetê nakin. Em li ser îdeolojiya wan partî û partiyan siyasetê dikin. CHP partiyeke Kemalîst e. Dil dixwest me bi hev re siyaset bikira lê wî tercîha xwe ji wir kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst