ROJHILAT - Rûdaw nûtirîn dîmenên lehiyên Loristan û Îlamê belav dike

05-04-2019
RÛDAW
Li Îlamê şeş gund bi temamî ketine bin avê
Li Îlamê şeş gund bi temamî ketine bin avê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd Kurdistan Îlam Loristan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw bo yekemîn car piştî lehiyê, dîmenên du bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Pulduxterê yê ser bi parêzgeha Loristanê û bajarê Majîn ê ser bi parêzgeha Îlamê belav dike. Bi sedema lehiyan rêyên bejayî li wan navçeyan qut bûne û dîmên bi rêya helîkopterê hatine girtin.

 

Di demekê de ku 4 roj di ser rûdana lehiyê li navçeya Majîn û gundên ser bi vê navçeya parêzgeha Îlamê re derbas bûne, hêj jî hêzên hawarçûnê negihîştine wî deverê û xelkê deverê bê alîkarî mane.

 

Çavkaniyekê ji bajarê Dereşar ê Îlamê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandm tevî ku 4 roj e li navçeya Majîn û gundên derdora wê lehî çê bûye û behsa wê yekê tê kirin ku 6 gund bi temamî ketine bin avê, lê belê heta niha tîmên hawarçûnê bi rêyên bejayî negihîştine vê navçeyê.

 

Heman çavkaniyê ku ji ber sedemên taybet nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re tekez kir, ji ber lehiyê pira navbera Majîn û Dereşarê xirab bûye û hêzên Heyva Sor a Îranê tenê hinek caran bi helîkopteran xwarinê ji xelkê navçeyê re dibin.

 

Bi gotina wî çavkaniyê taybet, heta niha rêjeya zirarên canî û maddî yên lehiyê li Majînê nehatiye zanîn.

 

Berpirsên hikûmî û serbazî yên li Îlamê jî ew zanyarî piştrast kirine. Fermandeyê Supaya Pasdaran dibêje, şeş hezar kes ji nîştecihên bajar û gundên Majînê ji ber lehiyê ketine dorpêçê û ji ber ku rêyên ber bi herêmê ve qut bûne, heta niha diyar nîne ku çend zirar gihîştiye xelkê deverê.

 

Li aliyekê din, 11 bajar û 800 gundên parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê jî di bin bandora lehiyê de ne.

 

Parlamenterê Bajarê Pulduxterê li parlamentoya Îranê ragihandiye, 20 gundên derdora çemê Keşkanê bi temamî ji nav çûne û lehiyê her tiştekî wan gundan bi xwe re biriye.

 

Hêj amarên dirist ên ziyanên canî û maddî yên lehiyên li Loristanê nayê zanîn. Li bajarên Pulduxter, Meimûlan û Elîguderzê yên parêzgeha Loristanê û herwiha navçeya Majînê yê Îlamê zirar gellek mezin in.

 

Çavkaniyekî li nêzîkî bajarê Pulduxterê ji Rûdawê re ragihand, bi hezaran xelkê deverê bê mal mane û lehiyê malên wan wêran kiriye.

 

Heman çavkaniyê got, xelkê deverê ji bo parastina canê xwe çûne derdora bajêr û cihên bilind û pêwîstiya wan bi xwarinê û çadiran heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst