Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê greva mamosteyên dibistanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya sêyem de berdewam bû û biryar e dest bi dewama xwe bikin û dewama dibistanan asayî bibe.
Mamosteyên grevgirtî daxwaz ji desthilatê kir ku xwestekên wan werin cîbicîkirin û mamosteyên girtî werin azadkirin. Herwiha dawî bi guvaşên siyasî yên li ser mamosteyan were anîn. Tevî vê yekê jî daxwaza zêdekirina mûçeyên mamostetiyê û dabînikirina xwendina bêberamber û dadperwer di sîstema perwerdê de were kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî beşeke mamostayan daxwazê dikin ku hikûmet yasaya xwendina bi zimanê dayîkê li dibistan û zanîngehan peyrewe bike.
Di derbarê greva mamosteyan de Wezîrê Perwerde yê Îranê Mihemed Bethayî ragihand ku ew heya dawiya îsal pirsgirêka li paşketina mûçeyên mamosteyên girêbest çareser bikin û herwiha hikûmetê pêşniyara damezirandina 55 hezar kesan li Wezareta Perwerdê erê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse