Rêvebirê Tenduristiyê yê Şirnexê canê xwe ji dest da

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rêvebirê Tenduristiyê yê Şirnexê Suat Altin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Tenduristiyê yê Şirnexê Pispor Dr. Suat Altin bi krîza dil canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Suat Altin (41) li otêla ku lê dima krîza dil derbas kir.

Tîmên tenduristiyê Suat Altin veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Koca daxuyanî da

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca li ser mirina Suat Altin li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe de got:

“Tîmên tenduristiyê rêvebirê me yê tenduristiyê yê Şirnexê Dr. Suat Altin ji ber nexweşiyekî rakir nexweşxaneyê lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Rehma xwedê li hevkarê me be û ez ji malbat û hezkiriyên wî re jî sersaxî dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst