HPGê Evîn Encu jî di nav de nasnameyên 5 gerîlayên jin eşkere kir

05-02-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Evîn Encu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayên jin ên ku di 22-23ê Çileyê de li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Artêşa Tirkiyê 21ê Çileya 2023an, li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiribû. 

Di pevçûna li herêma Mergumariyê de fermandarê tîmê cerdevan Nîmet Encû hatibû kuştin.

Di pevçûnên ku 2 roj berdewam kirin de 5 gerîlayên PKKê yên jin jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyeniyeke nivîskî nasnameya 5 endamên parve kir.

Li gor ragihandina HPGê nasnameyên gerîlayên canê xwe ji dest dane wiha ne:

Evîn Encu bi nasnava Delîla Goyî ji Şirnexê

Raîfe Kutlak bi nasnava Rojbîn Dêrsim ji Colemêrgê

Hamdiye Tekbûdak bi nasnava Sila Faraşîn ji Wanê

Zozan Ocal bi nasnava Nûda Arîn ji Wanê

Leyla Sain bi nasnava Dîrok Serhed ji Sêrtê

Yek ji gerîlayên YJA Starê Evîn Encu ya biraziya cerdevan Nimet Encû bû ku di heman pevçûnê de canê xwe ji dest dabû. 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di şerê 22ê Çileya 2023ê de li herêma Bestayê ya Şirnexê 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst